ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2020'Î

  • 09:00 20 Tîrmeh 2020
  • Rojev
 
*Endama Rêveberiya Komîteya Şaredariyan a Kantona Kobanê Meqbûle Bekî, di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan de nêrîna xwe anî ziman û got: "Dewleta tirk di kesayeta Rêber Apo de tevahî gelê azadîxwaz tecrîd dike.  Em ji rewşa tendirustiya Rêber Ap bi gûman in, pêwist e ev tecrîd bê rakirin û hevdîtin bi rêberê me re bê kirin."DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdes a Kantona Şehbayê Roşîn Şêxo behsa projeya bazara zebze ya jinan kir û wiha got: "Bi armanca pêşxistina projeyên jinê û rêgirtina li beramberî bihabûnê, vekirina bazara zebze ya jinan di cih de ye." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Dêrsîmê bertek nîşanê zêdebûna destdirêjiya ya li jin û zarokan ya di serî de li Şirnex û Êlihê zêde bûye dan û gotin: “Yekane berpirsê bûyerên destdirêjî, tecawiz û kuştinên jinan desthilatdarî ye. Divê mirov ligel hev cih bigirin û xwe rêxistin bikin. Çiqas civakek xurt hebe wê evqas jî pêşî li van bûyeran bê girtin.” DÎMEN HEYE
 
*Halîme Subaşi ya ji îşkenceyên 12’ê îlonê derbas bûye, bi qasî ku li dijî zexten dewletê ye li dijî zextên mêr jî têdikoşe. Halîme wiha dibêje: “Jin bi zexta bav, hevjîn, bira û zarokên xwe yên kur re tên dorpêçkirin. Divê em li dijî vê têbikoşin, li dijî dîktatoran deng derbixin.” DÎMEN HEYE
 
*Ji parêzerên doza Komkujiya Pirsûsê û endama OHD’ê Ruken Gulagaci diyar kir ku ji dozê gumanbarek tê darizandin, bersiv ji bo daxwazan nayê dayîn û got: “Ev doz wek doza komkujiyê nayê destgirtin. Wek dozên din di doza Pirsûsê de jî bêcezabûn esas tê girtin.”
 
*Fatma Çelen ya li bazarê garis difroşe, li dijî newekheviya esnafên mêr têdikoşe. Fatma 40 sale tezgah vekiriye û bi vê debara xwe dike û got: “Hêza min biqasî ya 10 mêran e. Çi dikin bila bikin ez li malê xwe heps nakim.” DÎMEN HEYE
 
*Dayika Çagdaş Aydin, yê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, Saniye Aydin wiha got: “Ez niha hewl didim têkoşîna wî bidim meşandin. Ji bo xeyalên wî pêk bînim hewl didim.”