Li bajarê Qamişlo û Helebê 19'ê tirmehê hat pîrozkirin

  • 08:46 20 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 19'ê tirmehê li seranserî Rojavayê Kurdistanê şahî hatin lidarxistin.
 
Li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi boneya 19'ê tirmehê salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê ev çend rojan çalakî tên lidarxistin. Duh jî li bajarê Qamişlo û Helebê  şahî hatin lidarxistin.
 
Şoreşa 19'ê tirmehê li Qamişloyê hat pîrozkirin
 
Bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo, li lîstikgeha Heysem Kico, bi kelecaneke mezin Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de gelek rêveberên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî amade bûn.
 
'19 Tîrmehê bingeha 14'ê Tîrmehê ye'
 
Beriya destpêkirina pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê,  Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Omer axivî û wiha got:"Şoreşa 19'ê tirmehê encama têkoşîna 30 salî ye, ji aliyê Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan bû. 19'ê Tîrmehê bingeha xwe ji 14'êTîrmehê digire."
 
'Şoreşa Rojava bi qasî navê xwe deng veda û ji welatên navneteweyî re bû îlham' 
 
Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bêrîvan Xalid jî ev yek anî ziman:"Şoreşa 19'ê tîrmehê li jinên têkoşer Arîn, Hevrîn û Zehrayan ku bi hezaran jin bi rêxistin kirin û îro ku ew jin bi nasnameya xwe tev digerin pîroz dikim. Çirûska ku ji Kobanê dest pê kir, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû û îlhamê dide dewletên cîran, herêmî û navneteweyî jî.  Dewleta tirk li hember Şoreşa Rojava gelekî bi hêrs e ji ber wê Cerablus, Bab û Izaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. 19'ê Tîrmehê bi têkoşîn, berxwedan û projeya xwe ya avakirin û guhertinê cîhan hejandiye. Îro yên ku digotin temenê Şoreşa Rojava dibe ku salek be, wekî Cûmhûriyeta Mahabat 11 mehan dirêj neke, lê ez dixwazim bêjim ku Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jina azad dikarîbû heya roja îro dirêj bike û guhertinên pir mezin bi xwe re biafirîne."
 
'Pêwîst e kes armancên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bîr neke'
 
Bi navê Partiyên Yekîtiya Niştîmanî Enwer Muslim jî wiha axivî: "Dewleta tirk gelek bajar  di van 4 salên dawî de dagir kiriye, yek ji erkên me yê bingehîn jî ew e ku ew bajar û herêm ji pencên dewleta tirk û çeteyên wê were rizgarkirin û ji bo wê jî têkoşîneke ji wiha xurtir pêwîst dike. Da ku em bikaribin siberoj û çarenûsa Sûriyeyê diyar bikin, pêwîs te em armancên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bîr nekin û xwedî li wê kedê derkevin."
 
Şahî bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî û gelêrî ku ji aliyê Koma Stêra Zêrîn a Kevana Zêrîn, Koma Welat a Dîlanê û Koma Zîlan a Dirbêsiyê a stranan, bi dawî bû. 
 
Li Helebê şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin
 
Bi boneya salvegera 19'ê Tirmehê şêniyên bajarê Helebê bi dirûşma "Bi rihê şoreşa 19'ê tirmehê em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin" şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şahiyekê pîroz kirin. Şahî li hola Newrozê ya dikeve taxa şiqeyêf hat lidarxistin. Hola şahiyê bi wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alê Kongreya Star hatibû xemilandin. Bi hezaran şêniyên taxê bi cil û bergên filoklorî beşdar şahiyê bûbûn.
 
'Berxwedana jinan li tevahî cîhanê deng veda'
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û wiha got: "Şoreşa Rojava ji tunebûnê hebûn avakir. Dema em behsa şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikin yekser jin tê bala me, ji ber ev şoreş bi berxwedana jinê li tevahî cîhanê deng veda. Beriya şoreşê rewşa jinê gelek xêrab bû, lê niha di hemû kar û xebatan de  jin pêşengtiyê dike."
 
'Şoreşa me şoreşa jinê ye'
 
Li ser navê Kongreya Star jî Nehle Mistefa şoreşa Rojava pîroz kir û wiha domand: "Di serî de em vê roja dîrokî li Rêber Apo û şehîdên şoreşê pîroz dikin. Şoreşa me şoreşa jinê ye, ji ber ji dîrokê heta roja me ya îro herdem desthilatdar dixwazin vîn û hebûna jinan bişkînin. Îro dagirker di êrîşan de yekem jinê hedef digire, lê em ê jî bi têkoşîna xwe hemû êrîşan vala derbixînin û ji bo azadiya xwe xebatan bidin meşandin. Wê şoreşa me her dem biherike û em ê di nava welatek azad e bijîn."
 
Piştî axaftinan koma Stêrkên Efrînê û koma kulîlkên pêşerojê ya stranan stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha şanoyek li ser rola jin di şoreşa 19'ê tirmehê de hat pêşkêş kirin. Koma agirî ya govendê jî govendê xwe pêşkêş kirin.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.