Li Dêrikê şahiya 19’ê Tîrmehê

  • 20:32 19 Tîrmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi minasebeta 19'ê Tîrmehê Salvegera Şoreşa Rojava bi dirûşma "Bi rihê 19'ê Tîrmehê, em ê Sûriyeke demokrat ava bikin", Meclisa bajarê Dêrikê şahiyek li dar xist.
 
Bi minasebeta 19'ê Tîrmehê 8'emîn Salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi dirûşma, "Bi rihê 19'ê Tîrmehê, em ê Sûriyeke demokrat avabikin"  bi pêşengtiya Meclîsa Bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de şêniyên Dêrîkê, sazî û dezgehên sivl amade bûn. Şahî li Navenda Ciwanan hat lidarxistin.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtina, ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Perwîn Yûsif salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û wiha got: "Em di serî de 8'emîn salvgera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li hemû gelên xwe yên azadîxwaz pîroz dikin. Îro em xwediyê proje û sistemin, me bi xwîna şehîdên xwe dîrok bi tîpên zêrîn nivîsî. Roj bi roj ev xet bi şoreşgerên me û pakrewanên me mezin dibe. Ji bo ku em bikaribin xwedî li destkeftiyên xwe derkevin divê em yekîtiya xwe ava bikin."
 
Şahî bi koma govendê û stranan bi dawî bû.