DBP'ê Şoreşa Rojava silav kir

  • 12:29 19 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - DBP'ê di salvegera Şoreşa Rojava de peyamek weşand û wiha got,"Li dijî polîtîkayên şer û neçareseriyê bi baweriya xwe ya bi çareseriyê em berxwedana gelan silav dikin û bang li hemû aliyên muxalîf dikin ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin."
 
Navenda Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) bi minasebeta salvegera 8'emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. DBP’ê bibîrxist ku şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an destpêkîriye li dijî zextan hebûnê diparêze û wiha got: “Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Gelê Kurd, ji bo gelên Ereb, Tirkmen, Suryanî û Ermeniyan li gel hev, bêferqiya ziman, ol û netew, yekîtiyek e siyasî û jiyanek e hevpar afirand û ev li cîhanê weke pergalek e alternatîf hate pejirandin û ji bo gelan bû hêvî.”
 
‘Şoreş ji bo Rojhilata Navîn alternatîf e’
 
DBP’ê da zanîn ku êrîşên DAIŞ û rêxistinên wekî wan bi salan e ji bo fetisandina şoreşa rojava dom dikin û wiha domand: “Êrîşên herî mezin li Kobanê hatin kirin. Li hember van hemû êrîşan mafê parastina meşrû tê bikaranîn û gelê rojava di serî de jin û bi berxwedana dîrokî ya hemû kesan pergala nû tê avakirin. Ev pergal di nav xwe de rêgeza nûnertiya wekhev, wekheviya zayendî û civaka ekolojîk vedihewîne. Ev pergala ku edalet, demokrasî, azadî, rêzdariya baweriyan û piranîparêzî esas digre ji bo gelên cîhanê wek hêvî şîn dibe. Ev rêya sêyemîn wê bigihîje serkeftinê û li Rojhilata Navîn dê bibe alternatîf. Şoreşa ku dixwestin tune bikin, bi pêşengiya jinan, bi bedelên giran ji nû ve hate afirandin. Ev rûmeta herî mezin bû ji bo me. Berxwedana ku bi pêşengî û lehengiya jinan derkete holê di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Di serdemek a wiha de ku dihat xwestin di kesayeta rûmet û kerameta Kobanê de jinê û mirovayetiyê têk bibin û bêxînin, bi berxwedana ku li hemberî vê yekê hate nîşandan careke din şoreşa Rojava hate tacîdar kirin.”
 
Şoreşa gelan e
 
DBP’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên ku qet naxwazin şerê li ser axa Sûrîye biqede û gelên Sûrî azad bibe, li gor hemû astengî û êrîşan nekarîn li hember Şoreşa Rojava bisekinin û wiha got: “İro gel dixwaze bi hev re di aşîtiyê de bijî. Dixwazin şer bi dawî bibe û bi rêya lihevrûniştinê pirsgirêk bê çareser kirin. Daxwaziya me jî ne şer, bi pêvajoya mûzakereyê çareserî ye. Gel li hember kesên ku êrîşî pêvajoya mûzakereyê kirin û li hember azadiya gelan derketin, gotina xwe anîn ziman. Azadî û aşîtiya ku li vir pêk bê wê hemû erdnîgariyê bixe bin bandora xwe. Şoreşa Rojava ne tenê şoreş û têkoşîna aşitî û azadiya gelê Kurd e. Ev şoreş şoreşa hemû gelên ku li herêmê jiyan dikin, şoreşa azadiya baweriyan û aşîtiyê ye.”
 
‘Hemû aliyên muxalîf divê xwedî lê derkevin’
 
DBP’ê di dawiya daxuyniyê de wiha got: “Em şoreşa rojava ya ku li ser axa Mezopotamya hebûna jiyanek e cûda da ber me, pergala rêya sêyemîn damezirand û em ên ku vê şoreşê pêk anîn silav dikin. Em di wê bawerîyê de ne ku, di serî de li erdnîgariya Mezopotamya, li Anatolya û Rojhilata navîn bi têkoşîna aşîtî û demokrasiyê em ê pirsgirêkan çareser bikin. Li hember polîtîkayên şer û bêçareseriyê, bi baweriya bi çareseriyê em berxwedana gelan silav dikin û em bang dikin ku hemû  muxalîf xwedî li Şoreşa Rojav derkevin.”