MMO'yê çalakiya xwe bi dawî kir

  • 10:49 19 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Odeya Endezyarên Makîneyan çalakiya Nobeta Edalet û Azadiyê ku ji bo endama xwe Arîn Zumrut li avahiya şaxa odeyê dabûn destpêkirin bi dawî kirin. 
 
Odeya Endezyarên Makîneyan ya girêdayî TMMOB'ê çalakiya Nobeta Edalet û Azadiyê ku ji bo endama xwe Arîn Zumrut li avahiya şaxa odeyê 2 rojan dabûn destpêkirin bi daxuyaniyê bi dawî kirin. 
 
Arîn Zumrut di operasyona li dijî KCD'ê de hatibû binçavkirin û piştî 6 rojan di 30'ê Hezîranê de hatibû girtin. Şaxa MMO'yê ya Amedê ji bo Arîn Zumrut serbest bê berdan 2 rojan nobet girt û îro nobeta xwe bi dawî kirin. Ji aliyê şaxa MMO'yê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku wan ji bo 2 rojan Nobeta Azadî û Edaletê girtin û xwestine balê bikişînin ser girtina endama xwe. Di daxuyaniyê de  hat diyarkirin ku endama wan Arîn Zumrud neheq hatiye girtin û ev tişt hat goin: "Di şexsê Arin Zumrut de me xwest hemû girtiyên neheq û li dijî zagon û hiqûqê hatine girtin tev bên berdan." 
 
Piştre peyama Arînê hat xwendin. Arînê jî di peyama xwe de ji bo piştevaniyê spas kir.