Beycan Taşkiran: Em ê xwedî li xeyalên wan derkevin

  • 09:13 19 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Cigira Hevserokatiya Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, diyar kir ku di 5’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de wê li Pirsûsê bin û banga xwedîderketina li xeyal û têkoşîna kesên li wê jiyana xwe ji dest dan kir.
 
Di ser komkujiya Pirsûsê re 5 sal derbas bûn. Li ber Navenda Çanda Amara ya li Pirsûsê endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst ku wê ji bo zarokên Kobanê pêlîstok û alavê alîkariyê bibirana, daxuyanî dan û di wê navberê de bombeyê zindî yê DAIŞ’ê Abdurrahman Alagoz xwe teqand û 33 kes qetil kirin. Ji sedî jî zêdetir kes birîndar bûn. Cigira Hevserokatiya Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran diyar kir ku beriya 20’ê Tîrmehê wê biçin Pirsûsê û plan û rêxistinbûna xwe bikin.
 
‘Em bi rêxistina ciwanan re xebatek hevpar dimeşînin’
 
Beycanê destnîşan kir ku ew di sala 5’an de jî ji bo Pirsûsê dibêjin edelet û wiha got: “Ji 20’ê Hezîranê de ye em xebatan dimeşînin. Me xebata girseyî meşand. Em wek ESP, wek SDGF, OGK û meclîsa jinan a sosyalîst xebata hevpar dimeşînin. Em çûn cem gelan, karker, kedkaran. Em diçin serdana hemû rêxistinên baweriyan. Em serdanên xwe bi daxwaza edeletê dikin yek. Em der barê dosya Pirsûsê de agahdarkirinê dikin. Ji bo hevalên xwe em lokme belav dikin û li malên Cem û navendên baweriyê li bajaran wê tevlî bîranîna bibin.”
 
‘Wê li Amed û Dêrsîmê daxuyanî hebin’
 
Beycanê bi lêv kir ku roja komkujiyê û saeta komkujiyê de wê li ser goran bbîranînan pêk bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê li ser gora hevalên xwe bin. Êvarê jî em ê bi rêxistinên girseyî û HDP’ê re çalakiyan bikin. Li Amed û Dêrsîmê wê daxuyanî bên dayîn. Wê dîsa li deverên cuda yên Tirkiyeyê daxuyanî pêk bên.”
 
Beycanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê bi malbatên ku têkoşîna edeletê dimeşînin re bên cem hev û dîsa wê bi Baroya Rihayê re planan bikin. Beycanê got wê nîşan bidin ku têkoşîna wan nehatiye jibîrkirin.