Piştî qetilkirina Bahar Topal pirsnîşan

  • 09:09 19 Tîrmeh 2020
  • Rojane

Safîye Alağaş

ÇEWLÎK - Malbata Bahar Topal a li Kanîreşê ji aliyê Osman Topal ve hat qetilkirin, hevdîtina bi ajansa me re red kir. Parêzera Bahar Nuranê diyar kir ku li gorî wan Osman tenê ev pêk neaniye û daxwaz kirine ku lêpirsîn berfireh bibe.
 
Bahar Topal a 27 salî ya li Kanîreş a Çewlîkê dijiya, ji aliyê hevjînê xwe Osman Topal ve bi şîdeta sîstematîk re rûbirû hat. Bahar li dijî şîdetê du meh berê ji Çewlîkê vediqete û diçe Stenbolê, serî li Qerekola Polîsan a Sultanbeylî dide û piştî serlêdanê li stargehê tê bicihkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî Osman Topal û bavê Baharê piştî vê diçin stargehê lê beyî ku Baharê bigirin vedigerin.
 
Hat hînbûn ku Bahar piştî demekê ji stargehê vediqete, diçe emniyetê gilî dike û der barê Osman Topal de biryara durxistinê tê dayîn. Piştî vê Osman diçe Stenbolê û bi çekê lê digere. Osman, Baharê dibîne û tîne Kanîreşê. Piştî bûyerê di şeva 7’ê Tîrmehê de li nêzî Sîteya Sanayî ya Taxa Turgut Ozal Baharê tê qetilkirin. Piştre Osman Topal diçe cem polîs û cihê cesed dibêje. Osman Topal, ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulh a Kanîreşê ve hat girtin.
 
Malbatê hevdîtin red kir
 
Piştî bûyerê me xwest em hevdîtinê bi malbata Baharê re bikin. Çend roj şûnde em hîn bûn ku dayika wê xwestiye hevdîtinê bike û numar şandiye. Em li dayikê geriyan lê xizmek wê vekir û got niha dayik ne musaîte. Roja din em li bavê Baharê geriyan û hevdîtin qebûl kir lê gotin em raportajê nadin. Lê saetek şûnde dîsa geriya û got ew hevdîtinê qebûl nake. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku malbat bi zextan re rûbirû tê.
 
Gelo Bahar berê şîdet dîtibû?
 
Li gorî hinek çavkaniyan Bahar ji aliyê Osman Topal ve bi şîdetê re rûbirû mabû û ji ber vê gilî kiriye. Ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Çewlîkê parêzer Nuran Aydin ya dosyayê dişopîne diyar kir ku derbarê şîdetê de daxwaznameyek tunebûye. Di vir de pirsên wekê gelo Bahar şîdet dît, lê daxwaznameyên wê neketin lêkolînkirinê? Tê hişê mirovan.
 
‘Li gorî me ev ne bitenê bû’
 
Parêzer Nuran Aydin da zanîn ku dema îfadeya Osman hatiye girtin, fikirîne ku ew ne tenê bûye û got wek Navenda Mafên Jinan a Baroyê ji Serdozgeriya Komarê re pêşniyar kirine ku mudaxîlî dosyayê bibin. Nuranê wiha got: “Biryarek der barê daxwaza me de nehat. Gumanbar bi çekê diçe Stenbolê. Bi israr lê digere û xwe digihînê. Di îfadeya xwe de wiha dibêje ‘ Teblîga durxistinê ji min re hat. Piştî vê biryarê min got li stargehê namîne. Ger li stargehê bûna biryara durxistinê nedihat dayîn. Ez jî hîn bûm ku li Stenbolê ye û ez çûm. Min di encama şopandinê de li Fîkîrtepe ew dît’. Em difikirin ku ew ne bitenê ye. Ji hinekên din jî piştgirî girtiye. Me daxwaz kir ku xwe çawa gîhandiyê bê tespîtkirin.”
 
Nuranê di berdewamiyê de wiha got: “Der barê şîdeta fîzîkî de berê serlêdan tune.Parastina gumanbar tenê ev e ku tê gotin bi kesekî din re xapandiye. Dibêje xwe gîhandiye kesê sêyemîn û wisa Bahar dîtiye. Jİ ber vê jî me got bila biryara durxistinê jî bikeve dosyayê. Her wiha me der barê stargehan de jî daxuyanî daxwaz kir.”
 
‘Gumana cînayeta namûsê heye’
 
Nuranê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ev kes dîsa di îfadeya xwe de dibêje ku wî û Baharê li hev kiriye û li ser vê hatine Kanîreşê û got: “Piştî vê Baharê dikuje. Ger tiştekî wekê ku bi kesekî din re ew xapandibe hebe, wê ev bûyer li Stenbolê bikira. Lê dîsan li Kanîreşê dike. Ger di bin tehrîkê de bihata kirin wê li wir bikira. Gumana ku cînayeta namûsê ye heye.”