Jinên Mexmûrê: Em axê bixwin jî em dev ji têkoşîna xwe bernadin

  • 09:04 19 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a ku ev saleke di bin ambargoyê de ye anîn ziman ku ew axê jî bixwin ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û wiha gotin:"Em ê heta dawî li berxwe bidin."
 
Ji Tîrmeha 17'ê Tîrmeha 2019'an heta niha Wargeha Mexmûrê di bin dorpêçkirinê de ye. Gelek carî ji aliyê dewleta tirk ve Mexmûr hat bombebarankirin û şêniyên Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan. Jinên Mexmûrê têkildarî ambargoya ku ev saleke didome de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Em ê heta dawiyê li dijî vê zordariyê li berxwe bidin."
 
'Em dest ji berxwedanê bernadin'
 
Jina bi navê Wesfê Cizirî li ser armanca embargoyê wiha got:"Ji ber zilma û zordariya dewleta tirk me dev ji gundên xwe berdan em hatin li Mexmûrê bi cih bûn. Dewleta tirk bi balafir, çeta û bi şêwaza ambargoyê êrîşî me dike. Tevî PDK'ê tev digere û armanc qetilkirin û belavkirina me ye. Ev saleke rêya me hatiye girtin û nahêlin nexweşê me jî derbasî nexweşxaneyê bibin. Hinek jinan li gel asayişê zarokên xwe anîn dinê. Ji bo wargehê belav bikin ewqas zehmetî ji bo me derdixin. Lê em dest ji berxwedanê bernadin."
 
'Em axê bixwin jî em dev ji têkoşîna xwe bernadin'
 
Xunaf  Paksu jî wiha got."Ev saleke ambargoyek ji aliyê PDK'ê ve li ser me tê meşandin. Di tu qanûn û kitêban de ev hovîtî nehatiye dîtin. 
Ev saleke em nikarin ji xwe re kar bikin debara xwe bikin. Destûr nadin nexweşên me derbas bibin. Ligel ambargoyê her şev balafirên dewleta tirk li ser serê me digere. Zarokên me ji ber dengê balafiran nikarin razên. Li pêş çavên me bêrîvan û şivanên me bombebaran dikin. Zarokek ji ser ban dikeve nîvmirî dibe em dibin ber seytereyê nahêlin em bibin nexweşxaneyê. Îro hemû rê li ber me girtiye. Derdora me hemû çeteyên DAÎŞ'ê ye. Armanca wan teslîmkirin û belavkirina wargehê ye. Lê em axê jî bixwin em dev ji têkoşîna xwe bernadin."