'Bila kujer werin darizandin'

  • 17:05 18 Tîrmeh 2020
  • Rojane
 
 
AMED - Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê vê hefteyê li aqûbeta Aburrahîm Demîr ê 25 sal berê li ser rêya Qoser û Wêranşarê hat windakirin pirsîn. 
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 597’emîn de li ser înternetê çalakiya “Bila yên winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li dar xist. Vê hefteyê çîroka windakirina Abdurrahîm Demîr ê di 17’ê tebaxa 1995’an de li ser rêya Qoser û Wêranşarê ji aliyê leşkeran ve hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin parve hat parve kirin. Çîroka winda Abdurrahîm ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yûsûf Erdogan ve hat xwendin.
 
Yûsûf got Abdurrahîm Demîr ê 22 salî ji li ser rê ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û windakirin û tevî ku malbat cihek namîne lê nagere û serlêdan nake jî 25 sal in agahî ji Abdurrahîm nehatiye girtin. Erdogan got ew dixwazin aqûbeta Yûsûf were eşkerekirin û kujer werin darizandin.