Li Hezexê daxuyaniya li dijî tecawiz û destdirêjiyê hat astengkirin

  • 17:01 18 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Daxuyaniya li dijî tecawiz û destdirêjiyê ya bi pêşengiya TJA'yê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê hat xwestin bê dayin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseya beşdarî daxuyaniyê bû li dijî astengiyan dirûşma "Zext nikarin me bidin sekinandin" hat berzkirin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, li dijî êrîşên zayendî ku li bajarên Şirnex û navçeyên wê Hezex û Silopiyê her wiha li Êlih û Agiriyê hatin jiyîn hat xwestin li Kolana Hûnerê ya navçeya Hezex a Şirnexê daxuyaniyê bê dayin. Lê belê daxuyanî ji aliyê polîsan ve hat astengkir. 
 
Endama PM ya HDP’ê Zelal Yerlîkaya ku bi polîsan re ket nav nîqaşê û ji polîsan re got êrîşa ku bê kirin tê wateya li dijî jin û zarokan e. Zelal, wiha got: “Em li dijî bûyerên ku pêk hatine dixwazin wek jin bertek nîşan bidin. Em îro astengiya we nas nakin. Li dijî vê bûyerên îstîsmarê em ê tu carî bêdeng nemînin. Em li dijî komkûjî û tundiya jinê û îstîsmara li dijî zarokan ji bo bêjin êdî bes e hatin ligel hev. Lê îro em rastî astengiyên we tên.”
 
Girseyê li dijî astengiya ku hat kirin, bi dirûşmên “Zext nikarin me bide sekinandin” û “Zarok bêdeng dimîne tu bêdeng nemîne” berz kir û bertek nîşan da.
 
Her wiha derdora avahiya HDP’ê ya navçeya Hezexê jî bi maşîneyên zirxî û polîsan hat dorpêçkirin.