'Li dijî tunekirinê xwe bi rêxistin bikin'

  • 15:48 18 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ, bi minasebeta salvegera fermana 3'ê Tebaxê çalakî û civînên xwe li dar dixin. Di cîvîna ku îro hatî lidarxistin de berdevka TAJ'Ê Sebîha Sebrî wiha axivî: "Divê Êzidî nebêjin êdî ferman xelas bû ye, lê rewşa ku îro em tê de nîşan dide ku li hemberî me siyaseta tunekirinê tê meşandin. Ji ber wê pêwîste jin di her alî de xwe bi rêxistin bikin."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi minasebeta salvegera fermana 3'yê Tebaxê civînek li dar xist. Civîn li Sûninê hat lidarxistin. Di civînê de berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî axivî. Piştî axaftinan sînevîzyonek hat temaşekirin.
 
Sebîha di destpêka axaftina xwe de bal kişan ser salvegera fermanê û got: "Şeş sal li ser fermanê re derbas dibe. Di fermanê de Êzidî gelek zehmetiyan re rûbirû ma. Bi taybet jî jinên Êzidî. Îro em li vir kom bûn û me xwest em carek din fermanê bibîrbînin. Em armanc dikin ku bi civînên xwe dengê xwe bigihînin li tevahiya cîhanê. Em dixwazin hemû eş û kedara me her kes pê bihese. 
 
Fermana 74'an a li ser jina Êzidî gelek bi bandor bû. Jina Êzidî piştî fermanê xwe bi rêxistin kir, xwe nas kir, bû îrade gihaşt asta rêveberiyê. Divê Êzidî nebêjin êdî ferman xelas bû lê rewşa ku îro em tê de nîşan dide ku li hemberî me siyaseta tunekirinê tê meşandin. Ji ber wê pêwîste em jin di her alî de xwe bi rêxistin bikin. 
 
Pêwîste Êzidî bi taybet jinên Êzidî tu cara tiştekên ku hatî serê me ji bîr nekin. Bila jin xwe di her alî de bi rêxistin bike, bila êdî jin xwe birêve bibe. Piştê fermanê her kes dizanê ku me hêza xwe YBŞ, YJŞ, Asayişa Êzidxanê, meclîsên xwe ava kirine. Ev tişt jî bi saya fikir û ramanên Rêber Apo bû. Banga min ji her jinê her jinek ciwan re heye ku bila xwe birêxistin bikin." 
 
Piştî axaftinan derbarê fermanê de sînevîzyonek hat temaşekirin.