Çalakiya nobetê di roja xwe ya duyemîn de ye

  • 12:46 18 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Şaxa MMO'yê ya Amedê bi dirûşma "Edalet û azadî" ji bo Arîn Zumrut a di rêveberiya MMO'yê de bû û hat girtin û jinên din ên girtî dest bi nobetê kiribû. Çalakiya nobetê di roja xwe ya duyem de ye.  
 
Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ya Şaxa Amedê li dijî girtina rêvebera xwe û jinên aktîvîst nobeta “edalet û azadiyê” duh dabû destpêkirin û ev çalakî heta sibehê bidome. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî serdana çalakiyê dikin. Beşdarên çalakiyê têkildarî girtina jinan axivîn. 
 
Hevseroka MMO ya Şaxa Amedê Newroz Kayran diyar kir ku Arîn Zumrut tevî ku nexweşa astimê ye jî hat girtin û bi talûkeyek mezin re rûbirû ye. Newroz anî ziman ku ew dixwazin hevala wan Arîn Zumrut negirtî were darizandin û xwest demildest were berdan. Newroz got di serdemek wiha ku têkoşîna jinan mezintir dibe û ji ber vê têkoşînê hevalên wan jin tên girtin. 
 
‘AKP bi van êrişan û mudaxileyan dê nikaribe tiştekî bi dest bixe’ 
 
Serokê MMO ya Şaxa Îzmîrê Melîh Yalçin ê beşdarî çalakiyê bû jî da zanîn ku hikumet veguheriye pergal ango rejîma yek zilamî û Tirkiye wek şirketekê tê birêvebirin. Melîh  destnîşan kir ku ji ber AKP têkçûna xwe ya demek nêz dibîne vê carê jî berê xwe daye odeyên pîşeyî û gelek qadên din. Melîh  got AKP bi van êrişan û mudaxileyan dê nikaribe tiştekî bi dest bixe. Melîh  da zanîn ku ne mimkin e ew behsa demokrasiyê bikin û got: “AKP ji tevgera kuçeyan gelek ditirse. Tevgera siyasî ya kurd, tevgera jinan, tevgerên bajar û hawîrdorê têkoşînek cidî bi rê ve dibin. Îqtîdar ji vê yekê gelek ditirse. Girtina hevala me Arîn jî yek ji encama van êrişan e. Li dijî van zextan dem dema têkoşîna bi hêz û bi hev re ye.”