Jina ku Tirkiyeyê ji Kampa Holê revand DAÎŞ'î derket

  • 11:19 18 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Revêberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî nûçeya ajansa AA'yê ya bi serenava "MÎT'ê jina Modovayî û 4 zarokên wê ji destên YPG/PKK'ê rizgar kir" daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Tirkiye DAÎŞ'yên di Kampa Holê de tên girtin, direvîne. Divê Tirkiye bê sekinandin."
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser revandina DAÎŞ'yan a ji Kampa Holê daxuyanî da. Rêveberiyê di daxuyaniyê de anî ziman ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê, derketina rêxistina DAIŞ û rêxistinên din ên tundraw ve, Tirkiye hewl dide bi hemû rêbazan destekê bide tororîstan, da ku li Sûriyeyê sûdê ji wan bigire û wiha got: "Ev destek bi pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk ên li dijî rêxistina DAIŞ'ê ya havîna 2015'an de eşkere bûn. Destpêkê Tirkiyeyê her tişt veşartî dikir, lê bi pêngavê re her tişt eşkere bûn. Asta israra Tirkiyeyê ji bo komeke tundraw, di serî de rêxistina DAIŞ'ê têk neçin, diyar bûn." 
 
'Bi hezaran belge hene' 
 
Rêveberiya Xweser anî ziman ku bi hezaran delîlên pê bawer yên tevgera çûn û hatina tundrawan ji bo Sûriyê li gel hemû alî û hêzên aktîv ên Sûriyê hene û wiha lê zêde kir: "Bi hezaran belgeyên girêdayî têkiliyên bazirganî, pêşwazîkirina birîndaran tundrawan hene. Dîsa mukurhatinên kesên di destê Rêveberiya Xweser de têkiliyên xurt ên di navbera Tirkiyê û terorîstan de li Sûriyê piştrast dike. Ji bilî van jî bi navê artêşa Niştimanî şeklek nû da destekdayîna çeteyan. Ew li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kirin. Eşkere raya giştî ya cîhanê dixapîne." 
 
'Tirkiye dixwaze DAÎŞ'yan wekî qaxezê bi kar bîn'
 
Rêveberiya xweser di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku di kampa Holê de bi hezaran jin û zarokên DAIŞ'î hene û wiha berdewam kir: "Tirkiye bi domdarî hewl dide wan jinan ji kampê birevînin da ku wan wekî kaxezekê bi kar bînin ku cîhanê pê şantaj bike. Hemû hewldanên Tirkiyeyê têk çûn. Di dîroka 17'ê Tîrmeha 2020'an de Tirkiyeyê ragihand ku wan jinek Moldovî tevî zarokên wê ji kampê rizgar kirine. Ev delîlekî xeter e, nîşan dide ku Tirkiye her tim hewl dide rihê DAIŞ'ê li herêmê zindî bike. Tirkiye dibêje ev kes bi zorê li kampê hatine asêkirin, eşkere radigihîne ku divê endam û jinên DAIŞ'ê werin rizgarkirin. Li kêleka van jî, hewldanên wê yên domdar hene ku endam û jinên DAIŞ'î bike hedef. Ev yek di hedefkirina kampa Eyn Îsayê, baregehên bicihkirina wan ên Kobanê û Cizîrê, eşkere dibin. Her wiha bi rêya ajanên xwe destekê dide îsyanên li girtîgehên endamên rêxistina DAIŞ'ê. Tevî van rewşan, bi alîkariya îstîxbarata Tirkiyê jina DAIŞ'î gihaşt Tirkiyê, di îtîrafên gelekan de yên ku xwestin birevin û ji aliyê Tirkiyê ve hatin birêvebirin derketin. Eşkere ye ku îstîhbarata tirkiyê kedeke mezin û desteka madî ya mezin di vê çarçoveyê de dide." 
 
'Divê sînorek ji dewleta tirk re bê danîn'
 
Rêveberiya Xweser herî dawî bang kir û wiha bi dawî kir:" Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevahî cîhanê dikin ku Tirkiyê berpirsê revandin û pêşwazîkirina endamên rêxistina DAIŞ'ê û destekdayîna wê ya eşkere û veşartî bi şaneyên li herêmê bibîne. Em teqez dikin ev kiryar yek ji hewldanên ku Sûriyê, herêmê û cîhanê bixe xeteriya rêxistina terorîst a DAIŞ'ê. Her wiha ev destek xebatê koalîsyona navneteweyî ya bi Hêzên Sûriya Demokratk şîrik e dikeve hedef. Divê her kes vê zanebe û sînorekî ji dewleta Tirk re deyne ku bi van kiryaran xeteriyeke mezin li ser ewlehî û aştiya herêmê û cîhanê çêdike."