Li dijî ambargoyê li Mexmûrê meş hat lidarxistin

  • 09:59 18 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Ambargoya li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê didome. Bi pêşengiya Meclîsa Demokratîk a Gel meşek hat lidarxistin û ambargo hat şermezarkirin. 
 
Ambargoya li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 17’ê tîrmeha 2019’an de ji hêla hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ve hat destpêkirin. Şêniyên li wargeha Mexmûrê li dijî ambargoya ku saleke didome meşek li dar xistin. Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Demokratîk a Gel ve hatî organîzekirin li ber avahiya şaredariya Mexmûrê dest pê kir. 
 
Di meşê de daxuyaniyek hat dayîn û hat diyar kirin ku: "Ev saleke şêniyên Mexmûrê li hemberî hemû êrişên dagirkeriyê serî ne tewandiye û sekna xwe ya berxwedêr careke din nişan dan. Saleke li hemberî wargehê amborgoyek heye. Her wiha her tim bi hincetên cuda êrişê li xaka Başûr tê kirin. Divê li dijî êrişên dagirker Gelê Kurd hemû sekn û berxwedana Mexmûrê ji xwere minak bigre û li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe mezin bike. 
 
Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Herêmê dikin ku berpirsgiyariya xwe pêk bînin. Divê Gelê Kurd, kesên ku dibêje em mafê mirovan diparêzin û hemû saziyên mafê sivîlan diparêzin, rojnemevan û hemû aligirên heqiqetê li diji dewletên dagirker û êrişên wan li her derê rabin serhildanê û piştgiriya Mexmûrê bikin.”