‘Desthilatdarî dixwaze bekaya zîhniyeta xwe biparêz e'

  • 09:08 18 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Ji bilî têkoşîn û wêrekiyê tu çareyek me tune. Ji bo Gelê Kurd divê tifaqa navneteweyî bê gel hev. Ji bo gelên Tirkiyeyê jî divê tifaqa demokratîkbûnê bê avakirin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 4’ê nîsana 2011’an heta niha di bin tecrîdê de ye. Bi daxwaza rakirina tecrîdê hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir û piştî vê li hemû girtîgehan belav bû. Di encama berxwedanê de hevdîtin pêk hatibin jî dîsa şertên tecrîdê berdewam kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser civakê nirxand.
 
Salîhayê da zanîn ku tecrîd 22 sal in didome û tevî ku tecrîd sûcekî navneteweyî jî li ber çavê hemû cîhanê pêk tê û wiha got: “Tirkiye li ber çavê hemû cîhanê, hiqûqa xwe destura bingehîn binpê dike. AKP-MHP li ser Abdullah Ocalan tecrîdek mayînde pêk tîne. Ev tecrîd li ber çavê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), û Neteweyên Yekbûyî (NY) tê jiyîn. Sedema bêdengbûna van saziyan jî, nîşan dide ku hemû cîhan di komploya navneteweyî de bûye yek û Birêz Ocalan dîl girtine. Piştî grevan çend caran destûr dan hevdîtinê. Piştre berdewam kirin. Bêguman ev tecrîd bandor li ser civakê jî dike. Li Tirkiyeyê 5 sal in rewşeke awarte heye. 5 sal in civak jî di bin tecrîdekî giran de ye.”
 
‘Serhildan û çareserî bi pêşengiya Ocalan pêk hat’
 
Salîhayê bi lêv kir ku komara Tirkiyeyê li ser yekparêzî, tirkbûn, netewperestiyê hatiye avakirin û got: “Piştî îlankirina komarê polîtîka tunekirinê berdewam kiriye. Gelê Kurd ji bo hebûna xwe bide qebûlkirin gel serî rakir. Derketina Tevgera Azadiya Kurd ku wek serhildana 29’emîn tê vegotin, serhildaneke bi pêşengiya Birêz Ocalan hatiye destpêkirin.”
 
'Îro hemû sazî dibin tecrîdê de ne'
 
Salîhayê balkişand ser nîqaşên çareseriyê jî û got: "Bi baweriya çareseriya pisgirêka kurd di 7’ê hezîrana 2015’an de çûn hilbijartinan. Civakê nîşan da ku li alî çareseriyê ye. Lê ev ne li gorî AKP û MHP’ê bû. Dijberê zemîna wan bû. Di referanduma 2017’an de pergala serokatiyê ket jiyana me. Di bin pergala serokatiyê de xwestin pergalek faşîzan û dîktatoryal ava bikin. Tiştên ku 5 sal in em dijîn jî pênasekirina wê ye. Birêz Ocalan zemînek demokratîk ava kiribû. Ev tişt jehrkuja ji bo pergala desthilatdariyê bû. Ji bo ev jehrkuj jî neyê dîtin, tecrîd divê pêk bihata. Îro hemû sazî di bin tecrîdê de ne.”
 
‘Tirkiye veguheriye girtîgeheke vekirî' 
 
Salîhayê destnîşan kir ku yek ji sedemên din yên tecrîdê ev e ku desthilatdarî dixwaze bekaya zîhniyeta xwe biparêze û got: “Bi tecrîdê re di şer de israr dikin. Mînak em dibînin ku îradeya kurdan tê xespkirin û qeyûman tayînê şaredariyan dikin. Bi darbeya siyasî re, darbeyên ku îradeya Gelê Kurd tune tên hesibandin tên kirin. Di bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn de tecrîd heye. Tirkiye veguheriye girtîgeheke vekirî.”
 
‘Yekitiya neteweyî, tifaqa demokratîk’
 
Salîhayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku yekane rêya ji tecrîdê bê derketin têkoşîne û wiha dawî li axaftina anî: “Li dijî pergalê, ji bilî têkoşîn û cesaretbûnê tu rêya me tune. Di faşîzmê de israr, di şer de israr mijara gotinê ye. Divê zemînek demokratîk bê avakirin û têkoşîn bê dayîn. Dijminahiya li hember kurdan di asta herî jor de ye. Li hember destkeftiyên kurdan êrîş hene. Berê xwe dane demokrasiya Tirkiyeyê. Ji ber vê jî divê em ji vir dest pê bikin, ji bo gelê kurd divê ji bo tifaqa neteweyî bên gel hev. Ji bo gelên Tirkiyeyê jî divê tifaqa demokratîk bê avakirin.”