'Bi yekbûna jinan re şoreşa 19'ê tirmehê mezintir bikin'

  • 09:04 18 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê Bêrîvan Horo di derbarê şoreşa 19'ê tirmehê de nêrîna xwe parve kir û got: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hemû jinên cîhanê temsîl dike û ji bo azadiya her jinekê têdikoşe."
 
Di sala 2012’an de şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, bi şoreşê re gelek guhertin û veguhertinên erênî çêbûn. Her wiha bi wekhevî û demokrasiya di navbera gelan de deng veda. Beriya şoreşê rola jinê û mafê wê dihat binpêkirin, lê piştî şoreşê, jin bû xwedî maf û hemû sazî û dezgehan de rola pêşengtiyê leyist. Dema mirov behsa Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dike yekser ked û xebata jinê tê hişê mirovan, ji bo wê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê tê naskirin. Girêdayî şoreşa 19'ê tirmehê Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê Bêrîvan Horo nêrîna xwe parve kir.
 
'Şoreşa 19'ê tirmehê yekîtiya jinan e'
 
Bêrîvan di destpêka axaftina xwe de balkişad ser rola jinê ya di nava şoreşê de û wiha got: "Di sala 2011'an de bihara gelan a Sûriyeyê dest pê kir, lê Gelê Kurd ev şoreş li Rojavayê Kurdistanê di sala 2012'an de vegerand şoreşa 19'ê Tirmehê. Her wiha şoreşa 19'ê Tirmehê weke şoreşa jinê tê naskirin. Beriya şoreşê rol û hebûna jinan di nava civakê de nînbû, lê piştî şoreşê jinê bi ked û hêza xwe ispat kir ku jin di her warê civakê de cih digire û pêşengtiyê şoreşê dike." 
 
'Jin di şoreşê de ji jinên cîhanê re bûn îlham'
 
Bêrîvanê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku heta roja îro jî gef li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê heye û wiha domand: "Heta roja îro jî desthilatdar êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, armanca van êrîşan jî rûxandina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Heta roja îro jî jin ji bo şoreşa xwe têkoşîna xwe dide meşandin û destkeftiyên xwe diparêze. Jin di şoreşê de ji jinên cîhanê re bûn îlham. Çeteyên herî hov DAIŞ bi destê jina kurd têk çû. Di hundirê şoreşê de şoreşek din hate avakirin ew jî sistema hevserokatiyê bû. Her wiha em dikarin bêjin ku jin di hundirê civakê de bingeha her tiştî ye.  Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hemû jinên cîhanê temsîl dike û ji bo azadiya her jinekê têdikoşe."
 
'Em dikarin bi yekîtiya xwe êrîşên li ser jinan têk bibin'
 
Bêrîvan herî dawî jî diyar kir ku ew ê ji bo azadiya jinan her di nava xebatan de bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca me ew e ku dengê şoreşa xwe bighêjînin tevahî jinên cîhanê, ji ber em dikarin bi yekîtiya xwe êrîşên li ser jinan têk bibin. Her çiqas êrîşên dagirkeriya dewletan hebe jî em ê bi hêz û baweriya xwe li hember dagirkeran bisekinin û bi yekbûna jinan re şoreşa 19'ê tirmehê mezintir bikin."