ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2020'AN

  • 09:00 18 Tîrmeh 2020
  • Rojev
*Ji Rêveberiya Kongreya Star a li Kampa Girê Spî ya Penaberan Nadiya Henûş rewşa penaberên Girê Spî, navçe û gundewarên Eyn Îsayê nirxand û got ku êrîşkaran ew bi darê zorê koç kirin, lê projeya Netewa Demokratîk ew anîn cem hev û di bin konan de xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna vegera axa xwe dikin. DÎMEN HEYE
 
*Endam û Rêveberên herêma Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê kar û xebat didin meşandin li ser şoreşa 19'ê tirmehê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Jinan di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin û hebûna xwe li hember zihniyeta baviksalarî îsbat kirin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê Bêrîvan Horo di derbarê şoreşa 19'ê tirmehê de nêrîna xwe parve kir û got: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hemû jinên cîhanê temsîl dike û ji bo azadiya her jinekê têdikoşe." DÎMEN HEYE
 
*Gundiyan bertek nîşanê kana keviran a li Mezgîrtê dan û gotin: “Dixwazin baweriya me tune bikin. Heta ji vê biryarê venegerin em ê têbikoşin.”  DÎMEN HEYE
 
* Seroka EMEP a Edeneyê Sevîl Araci, da zanîn ku stargehên jinan rast nayên birêvebirin û mafên jinan tên binpêkirin, jin teslîmê gumanbaran tên kirin û got: “Ji ber vê jî ji bo stargehan divê bi hevkariya rêxistinên jinan tevger pêk bê û di rêveberiyên wê de rêxistinên jinan cih bigirin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Ji bilî têkoşîn û wêrekiyê tu çareyek me tune. Ji bo Gelê Kurd divê tifaqa navneteweyî bê gel hev. Ji bo gelên Tirkiyeyê jî divê tifaqa demokratîkbûnê bê avakirin.” BI DÎMEN 
 
*Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a ku qeyûm tayînê şûna wê bû û keça xwe jî di komkujiya Enqereyê de winda kiribû, piştî komkujiyê bi malbatên ku zarokên xwe winda kirin re ket nava piştevaniyê. Hatîceyê wiha got: “Vegotina wê êşê zehmet e.” Hatîceyê her wiha daxuyakirin ku planên daristan û abîdeya li Pirsûsê jî ji ber qeyûm pêk nehatine. DÎMEN HEYE