Meclîsa herêma Efrînê li Şêrewa Meclîs ava kir

  • 20:00 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Herêma Efrînê li gundê Birc Qas a naveçeya Şêrewa ya Efrînê meclîs ava kir.
 
Piştî êrîşa li ser herêma Efrînê gelê resen ê Efrînê neçar man koçber bibin û heta niha jî gelê Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk ber xwe dide. Êrîşên dewleta tirk heta roja îro jî li gundewar û navçeya Şêrewa berdewam dike, ruxmê êrîşan jî gel xwe bi rêxistin dike. Îro jî Meclîsa Herêma Efrînê li gundê Birc Qas a navçeya Şêrewa ya Efrînê Meclîsa  xwe ava kir û 6 gund girêdayî vê Meclîsê ne. Gundê ku girêdayî vê meclîsê ne gundê Mezin, Meyasê, Kilûtê, Zenarîta, Birc Qas û Boşemirê ye.  
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê, li ser navê Malbetên Şehîdan a navçeya Şêrewa Xeyrî Ibrahîm axivî û got: "Meclîs bi armanca xizmetkirina gelê Efrînê ku di warê pêkanîna karên xwe zehmetiyan dikişandin, ji bo wê Meclîs li gundê Birc Qas hat avakirin. Meclîs wê yekser bi her şeş gundan re mijul bibe û her wê ji bo gel bixebite."
 
Li ser navê Kongreya Stra a navçeya Şêrewa Zeyneb Sîdo jî avabûna meclîsê pîroz kir û wiha got: "Avabûna meclîsa gel em li hemû gelê xwe pîroz dikin. Armanca avabûna vê meclîsê rêxistinbûna gel e û xizmet kirina civaka me ye. Li gorî pêwistiya gel bi saziyeke ku pêdîviyên gel pêk bîne ev meclîs hate avakirin."
 
Dêrîyê Meclîsê ji aliyê dayika pakrewan Zinar û Têkoşîn, Sabah Reşîd ve hate vekirin. 
 
Avabûna Meclîsê bi govendê hat pîroz kirin, ji ber piştî êrîşên li ser Efrînê, yekem care Meclîs hate avakirin.