TJA: Em dest ji têkoşîna jinê bernadin

  • 17:36 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - TJA'yê derbarê binçavkirin, destdirêjî û tecawiza tê kirin de daxuyanî da û got, "Em şopdarên Sakîne, Leyla Qasim û Hevrîn Xelef in. Em dest ji têkoşîna jinê bernadin û têkoşîna xwe mezin dikin. Têkoşîna jinê nayê darizandin."
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê, jinan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa jinên hatin binçavkirin û destdirêjiya çawîşên pispor li Şirnex û Êlihê û bertekên xwe anîn ziman. 
 
'Em li gel hevalên xwe ne'
 
Aktîvîsta TJA'yê Berîtan Onen, a ku daxuyanî da diyar kir ku bi girtin, binçavkirin û îşkenceyê têkoşîna jinê nayê bidawîkirin û berdewam kir, "Hevalên me yên li vir ku li nasnameya TJA'yê xwedî dertên û hevalên me yên li saziyên din têkoşînê didin  em li gel wan in. Sedema polîtîkayên asîmîleyê tasfiyekirina têkoşîna jinê ye. Em wekî jinên têkoşer ku baweriya xwe bi têkoşîna azadiya jinê tînin em dizanin ku divê îro kî bihata darizandin. Em dizanin ku kesên destdirêjî li zarokê li Şirnexê kir û jina ciwan a 18 salî li Êlihê bi tecawizê re rûbirû hişt û bi darê zorê 20 rojî li cem xw  girtin kîne."
 
'Têkoşîna jinê nay êdarizandin'
 
Berîtanê diyar kir ku jinên têkoşer girtine nava çar dîwaran û ev  tişt got: "Dixwazin wan bêdeng bikin, rê li ber têkoşîna wan bigirin. Lê nizanin ku têkoşîna jinên kurd li her derê cîhanê ye.  Di nava çar dîwaran de jî dengê xwe digihînin kolan û qdan .Em ê bi têkoşîna jinên şoreşgar azad bibin û pêşerojeke azad ava bikin. Em şopdarên Sakîne, Leyla Qsim, Hevrîn Xelef in û dest ji têkoşînê bernadin .Têkoşîna jinê nayê darizandin."
 
Daxuyanî bi dirûşma, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.