'Tecawiz sûcê mirovatiyê ye divê neyê paşguhkirin'

  • 15:39 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
WAN - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê û TJA'yê di daxuyaniya ku li dijî êrîşa zayendî ya li Şirnex û Batmanê ku ji aliyê çawişên pispor hatibû kirin de wiha got:"Ev encama êrîşên sîstematîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye."Her wiha di daxuyaniya Platforma Şaxa KESK'ê ya Wanê jî hat gotin:"Tecawiz sûcê mirovatiyê ye divê nê paşguhkirin."
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê û TJA'yê li dijî êrîşa zayendî ya Aslan A. ê li Tugaya Komandoya 1'emîn Jandarmayê ya Şirnexê peywirdar e ku li zarokekê kiribû daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Rêya Armûşê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî îstiasmar, tecawizê em hene têkoşîna jinê li her derê ye" hat hilgirtin. Lolîpopên "Efûya îstismarê nabe" hat hilgirtin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan beşdarî daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Serê ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, Caziye Duman ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ev encama êrîşên sîstematîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye û wiha dewam kir:Îro jineke ciwan a 18 salî ji aliyê çawişekî pispor hat tecawizkirin. Li ser vê axê ev bûyer bi awayekî sîstematîk diqewimin. Bi efûya îstimarê tê xwestin ku tecawiza zarokan bê rewakirin. Li dijî vê yekê divê hemû kes dengê xwe bilind bikin."
 
KESK'ê jî daxuyanî da
 
Her wiha Şaxa Platforma Konfederasyona Sendikayên Kedkaran a Cemaweriyê (KESK) ya Wanê jî têkildarî mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de lolîpopên "Bibe qêrîna zarokan","Biqêre bila herkes bibihîse bila îstismara zarokan bi dawî bibe","Îstismarê paşguh nekin" hatin hilgirtin. Daxuyanî li ser navê hevparên KESK'ê ji aliyê Sekretera Jinêya Egitim-Senê Funda Demir Bozkurt ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Tecawiz sûcê mirovatiyê ye divê neyê paşguhkirin."