Polîs êrîşî meşa li dijî destdirêjiyê kir

  • 15:17 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Polîsan êrîşî meşa ciwanan a li dijî destdirêjiyê kir, gelek kes hatin birîndarkirin û 3 kes jî hatin binçavkirin.
 
Rêxistinên ciwanan ên dêrsimê, li dijî destdirêjî û tecawizê li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku nûnerên rêxistinên sivîl û partiyan tevli bûn de pankarta bi dirûşma "destdirêjiyê neparêzin û nedin parastin" û "Em bêdeng namînin hesap dipirsin" hat vekirin û wêneyê Gulîstan Doku hat hilgirtin.
 
'Em ê yek jî kêm nebin'
 
Ji rêxistina ciwanan Evîn Demîr bal kişand ser destdirêjiya li Şirnexê ji aliyê çawîşê pisporve hat kirin û got: "Em ji ber polîtîkayên hikûmetê zarokên xwe ji dest didin. Gulîstan Doku bi mehan e nehatiye dîtin .Em van polîtîkayan qebûl nakin. Li hember me zîhniyeteke ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye he. Em ê hesabê van hemûyan bipirsin û em yek jî kêm nabin."
 
3 kes di bin çavan de ne
 
Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, girseya xwest ber bi Qada Seyît Riza ve bimeşe bi êrîşa polîsan re rûbirû ma. Di êrîşa hat kirin de gelek kes birîndar bûn û ji Rêxistina Ciwanan a Dêrsimê Omer Faruk Karahan,  Yusuf Akin û Mehmet Saglam hatin binçavkirin. 
 
Gelek kesên ku di encama êrîşa polîsan de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.