TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin

  • 14:13 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED -TJA'yê têkildarî bûyerên destdirêjî û tecawizê yên li Şirnex û Êlihê hatin jiyîn de wiha got:"Em ê zarokên xwe yên hêviya siberojê radestî îdeolojiya paşverû ya ku wekheviya zayendiyê red dikin, nekin. Ew ê li dijî polîtikayên bêcezabûnê têkoşîna me dewam bike."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî bûyerên destdirêjî û tecawizê yên li Şirnex û Êlihê qewimîn daxuyaniya nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"AKP ev 18 sal in polîtîkayên navendî, faşîst, antîdemokratîk dide meşandin. Îro tevî şirîkê xwe MHP'ê yekperestiyê, netewperestiyê, polîtikayên zayendperestiyê li ser civakê ferz dike. Bi vê yekê girîdayî êrîşa zayendî ya li dijî zarokan, tundî, zext, xesp, nêzîkatiyên zayendperest zêde bûn. "
 
'Polîtîkayên bêcezabûyinê zêde dibin'
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin daneyên tundiya li ser jinê ji sedî hezar û 500'î zêde bûye û wiha dewam kir:"Polîtikayên bêcezabûnê her ku diçe zêde dibin. Di demeke nêzde bûyerên êrîşa zayendî û tecawizê li Êlih û Şirnexê qewimîn. Refleksa parastina îktidarê ya ji bo bersûcên bûyerê nêzîkatiye li hemberî bûyerên êrîşa zayendî yên Ensar, Pozanti û Îzmirê anî bîra me. Îktidar êrîşa zayendî ya li ser zarokan hewil dide veşêre."
 
'Heta edaleta rast pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em dixwazin bê zanîn ku peywira hukumet û îktidaran ew ê ku tenduristiya rih û beden û zarokan biparêzin û nehêlin zarok bi êrîşa zayendî rû bi rû bên hiştin. Demildest dawî li polîtikayên bêcezabûnê bînin. Em ê zarokên xwe yên hêviya siberojê radestî îdeolojiya paşverû ya ku wekheviya zayendiyê red dikin, nekin. Ew ê li dijî polîtikayên bêcezabûnê têkoşîna me dewam bike. Heta edaleta rast pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin"