‘Di gorê de jî rehetiyê nadin kurdan’

  • 09:05 24 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Dayikên aştiyê diyar kirin ku êdî tu zilm nemaye ku Gelê Kurd nejiyayê û wiha gotin: “Ji dayikan re wê çawa bibêjin zarokên we wiha hatine defnkirin û wiha hatine qetilkirin? Gelo kîjan dayik zilmek bi wî awayî qebûl dike? Êrîşa li ser goristanan nakeve tu exlaq, ol û hiqûqê. Ji kurdan re di gorê de jî rehetî nehiştine.”
 
Di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Paşê jî hatibû diyarkirin ku  ev cenaze li Goristana Kîlyosê hatine veşartin. Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heta niha tenê 21 jê radestî malbatan hatine kirin û yên mayî yanî 261 cenaze jî li Goristana Kîlyosê ne. Lê piştre  derket holê ku li Goristana Kîlyosê jî di bin peyareyekê de cenazeyên 261 kesî di hundirê qabên plastîk de li ser hev hatine veşartin. Dayika Aştiyê Guler Bugday û Behîye Dogan li ser vê bûyera rûreşiyê axivîn û bang kirin ku bila hemû dayik û her wiha kurd bên lgel hev û pêşiya vê zilmê bigirin ku dile dayikan neşewite.
 
Dayika Aştiyê Guler destnîşan kir ku tehemûla wan ji mirîyên kurdan re jî tune ye û wiha got: “Hovitîya ku dewleta tirk dike di tu exlaq, bawerî û pergalek din de tüne ye. Ji duh û heta îro rûreşiyek bi wî awayî pêk nehatiye. Lê dewleta tirk hebûna xwe li ser zilma li kurdan dike ava kiriye. Bi zilma li ser malbat û dayikên kurd îşkenceya derûnî pêk tînin. Her çiqas ji xwe re bêjin  oldar jî ew zilma ku dikin rûyê wan ê rast aşkere dike.”
 
‘Li hember hovitî û zilma dewleta tirk êdî gotin qediya ye’
 
Gulerê anî ziman ku dilê dayikan bi salan e dişewitînin û wiha dom kir: “ Heger îro dewleta tirk hestiyên kurdekî/ê bi rêya posteyê bişîne û bide deste dayikekê li hemberê vî êşê bi rastî jî tu gotin namîne. Hikûmeta AKP’ê 17 di salên desthîlatdariya  xwe de zilma xwe li ser kurd û dayikan dimeşîne. Bi salan e kezeba me dişewîtînin. Ne tenê ji bo dayikên kurd li hemberê vê zilmê kîjan dayik bibe dile wê diêşe. Em wek dayikên aştiyê bi salan e li hemberî vê zilmê tiliyên xwe radikin û dibêjin  êdî bes e. Lê tu carî dengê me nehat bihîstin û hovitîya xwe pêk anîn.”
 
‘Em ê çawa bibêjin zarokên we wiha hatine definkirin’
 
Gulerê diyar kir ku êrişên li ser goristanan bê exlaqî, bê wijdanî û bê hiqûqî ne û wiha berdewam kir: “Niha em ê ji dayikan re çawa bibêjin zarokên we wiha hatine defn kirin û wiha hatine qetilkirin.  Kîjan dayik zilmek bi wî awayî qebûl dike? Ew êrişên li ser goristanan nakevin tu exlaq, ol, hiqûq e. Em îro di bin pergala AKP’ê de dijîn û zilma ku li ser me pêk tînin êdî derketiye lutkeyê. Mixabin tu gotin cihê van êşan nikare bigire. Em çiqas jî tiştan bêjin em nikarin hest û êşên ku dayik dijîn bînin ziman.”
 
‘Êdî tiştên ku me nedîtiye nemaye’
 
 Guler dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êdî mîrovahî ketiye bin piyan û wiha bang kir: “Em wek dayik 40 sal e di bin vî zilmê de nin. Êdî tiştên ku me nedîtiye nemaye. Her roj difikirin ku  êdî ka çi dikarin bikin û dûvre rastî zilmek din tên. Kesên ku wan zilman dikin gelo çawa rûyên dayikê xwe dinihêrin, çawa dikarin ji xwe re bêjin bi bawer? Divê gelê kurd li hemberê vî zilmê bi dengek xurttir derkevin û banga me wek dayikan ew e ku em hemû dayik bên ligel hev û li hemberî vî zilmê derkevin. Bila baş bizanin ku tu zemanî bi qirkirin û zilmê serketin pêk nehatiye e. Tenê dile dayikan tê êşandin.”
 
‘Di goran de jî rehetî nadin kurdan’
 
Dayika Aştiyê Behîye Dogan jî anî ziman ku dewleta tirk  bi çavê dijmin li kurdan dinêre û wiha got: “Di van rojên ku kes newêre derkeve derve, dewleta tirk maskeyên xwe dide ber çavan û êrişî gorên me dike.  Zarokên me ji gorên wan derxînin, dixin bin peyareyan û ser wan beton dikin. Ez nalêtê li wan zilmkaran dikim.  Ev zilm di kîjan olê de heye ku bi cenazeyan dilîzin. Her ku diçe zêdetir dilê me dişewîtînin. Di vê meha remezanê de bi kîjan wijdanî wisa dikin. Li rû dine ji bilî Tirkiyeyê tu dewlet bi  cenazeyan nalîze. Ji kurdan re di gorên wan de jî rehetî nehiştine.”
 
‘Bila ev zilm bi dawî bibe’
 
Behîyeyê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku bila kurd kom bibin û êdî pêşiya wê zilmê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em kurd êdî kom bibin û pêşiya zilmê bigirin. Li dijî zilma tê kirin gotin qediya ye. Malbatên ku bi salan e  bi hesreta hestiyên zarokên xwe dijîn wê li hember vê zilmê çawa dile wan neşewite. Zarokên me ji ber zilm û zordariyê çûn. Ew hêjayên me nin. Em vê zilmê qebûl nakin ev zilm rûreşi ye.”