Mexmûriyan serê sibêhê çûn serdana goristanan

  • 08:56 24 Gulan 2020
  • Rojane
MEXMÛR- Bi minesebeta Cejna Remezanê gelê Wargeha Penaberan  Mexmûrê piştî nimêja cejinê berê xwe dan goristan Şehîd Nujin. Piştî serdana goristanê gel tevlî merasîma Saziya Malbatên Şehîdan bûn. 
 
Bi wesileya Cejna Remezanê gelê Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) piştî nimêja cejnê berê xwe dan Goristan Şehîd Nujin dua kirin û şekir li hev belav kirin. Piştre jî tevlî merasîma Saziya Malbatên Şehîdan bûn. Di merasîmê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuren Sezgîn axifî got. 
 
Nuren wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez di serî de cejna Rêbertî, hevalên di zindanan de, şervanên ji bo azadiyan gelan di çeperan de li ber xwe didin û gelê ku serê xwe li ber zilma faşizmê ne tewandî pîroz dikim. Tiştê ji bo me herî giring xwişk û biratiya gelane û em di wê baweriyê de ne ku ev cejn jî bibê wesîleya hevgirtina gelan. Ev 26 sal in ku ev gele yektiya xwe di parêzê û serê xwe ji zulmê re ne tewandiye. Cejn her dem wekî çandekê hatiye rûniştin ku dema di nava malbatan de nexweşiyek hebê dibe wesîleya li hevhatinê. Em tu carî dev ji berxwedana xwe bernadin wekî Mehmed Tunç gotî me çok ne danî em ê jî çok daneynîn jî, serê xwe ji kesî re ji natewinin."