Siyasetmedarên jin: Li dijî zilmê em ê li ber xwe bidin

  • 14:28 23 Gulan 2020
  • Rojane
WAN / QERS - Siyasetmedarên jin ên li Wan û Qersê bertek nîşanî binçavkirinan da û daxwaza berdana wan kirin. Jinan destnîşan kirin ku jin tu carî li hemberî zilm û zordariyê dev jî têkoşîna xwe bernedane û dê bêtir têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsînek hat destpêkirin û duh serê sibêhê polîsan bi ser malên siyasetmedarên kurd û aktîvîstên jin de girtin. Damezrênerên Komeleya Jinan a Rosa yê Ayla Akat Ata, Narîn Gezgor, seroka komeleyê Adalet Kaya, rêveberên komeleyê Fatma Gultekîn, aktîvîstên Tegera Jinên Azad (TJA) Gulcihan Şîmşek, Nazîle Tursun û Zelal Bîlgîn, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (HDP) Ozlem Gunduz, hevseroka HDP'ê ya Yenîşehîra Amedê Remziye Sizici, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, Veysî Kuzu, siyasetmedarê kurd Celal Yoldaş, endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Huseyîn Harman û Gonul Aslan, endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevim Coşkun, endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran duh hatin binçavkirin. 
 
Siyasetmedarên jin ên li Wan û Qersê li dijî binçavkirinan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku jin her tim li hemberî zilm, zordarî û êrîşan li ber xwe dane û dê îro jî berxwedana xwe bidomînin.
 
'Li dijî zordestiyê berxwedan' 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qersê Sevda Subaşi, diyar kir ku li cîhan tevalî bi vîrûsa koranayê re mijûl dibe û dixwaze ewlehiya welatiyên xwe bigire lê li Tirkiyeyê jî li hemberî mafên mirovan û mafên jinan êrîşan dike. Sevda, wiha got: "Em zîhniyeta serdest a mêr 5 hezar sal in nas dikin. Dixwazin jinan hepsê malê bikin. Ev zext û zordarî her tim hebûn, lê têkoşîn û berxwedana me jî her tim hebû. Em ê li dijî vê zîhniyetê rêxistinbûna xwe xurt bikin." 
 
‘Jin dê têkoşîna xwe bilind bikin' 
 
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Oznur Bartin, di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Komeleya Jinan a Rosayê û wiha axivî: "Li vir ji bo jin û zarokan xebatên girîng dihatin meşandin. Xebatkarên li vir xwestin bibin dengê jin û zarokan. Lê duh gelek hevalên me yên jin hatin binçavkirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP li hemberî destkeftiyên jinan carek din êrîş pêk anî. Li hemberî jinên ku li dijî bêdengiyê derketine operasyon hat destpêkirin. Ev êrîş li hemberî vîna jinan pêk hatiye. Lê em ê li dijî êrîşan têkoşîna xwe bêtir bilind bikin." 
 
‘Hikûmet ji ber qelsbûnê êrîşê dike' 
 
Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Azadî û Mirovan Menîce Gulmez jî li hemberî binçavkirinan bertekên xwe anî ziman û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em polîtîkayên hikûmetê ya kedxwarî, zext û zordariyê şermezar dikin. Hikûmet li hemberî krîza aborî û siyasî qels bûye û ji ber vê sedeme jî êrîşê derdorê dike. Em dibêjin divê kesên ku hatine binçavkirin serbest bên berdan. Bila dawî bêhiqûqiyê bînin. 
 
'Em ê hêza xwe bêtir xurt bikin'
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê Leyla Balkan, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de êrîşê jinan dikin û jin her tim bi hêz bûn dê bêtir hêza xwe xurt bikin. 
 
'Li dijî êrîşan em ê dengê xwe bilind bikin' 
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê û civaknas Neslîhan Şedal jî bal kişand ser binçavkirinan û da zanîn ku demek dirêje li hemberî destkeftiyên jinan êrîş pêk tên. Neslîhan, diyar kir ku operasyonên li hemberî jinan qebûl nakin û dê bêtir li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin.