'Binçavkirin tê wateya binpêkirina mafê azadiya ramanê'

  • 12:25 23 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Binçavkirina siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên jin, ji hêla Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve hat şermezar kirin û wiha hat gotin: "Di demên dawiyê de ev operasyonên li dijî mafên mirovan, saziyên ku xizmeta jin, zarok û civakê dikin zêde bûne û bi organîze tên meşandin."
 
Di têkildarî binçavkirina siyasetmedarên Kurd û aktivîstên jin de Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê daxuyaniyek dan. Platformê di daxuyaniyê de binçavkirina siyasetmedaran şermezar kir û anî ziman ku ev binçavkirin binpêkirina mafê azadiya raman û îfadeyê ye. 
 
Meclîsa Jinan a Platformê anî ziman ku di demên dawî de ev operasyonên li dijî mafên mirovan, saziyên ku xizmeta jin, zarok û civakê dikin zêde bûne û bi organîze didomin. Platformê anî ziman ku xebatên Komeleya Jinan a Rosa, Meclîsa Dayikên Aştiyê û siyasetmedarên jin ên Kurd bi awayekî aşkere xebatê dikin.
 
Meclisa Jinê ya Platformê bang li rayedaran kir û diyar kirin ku ev yek îhlala mafê azadiya raman û îfadeyê ye û xwestin bi lez siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên jin serbest berdin.