‘Bi avakirin û xemilandina mala xwe re Efrînê tê bîra me’

  • 09:06 23 Gulan 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jina bi navê Gulê Elî Hesen a ku li Şehbayê malek ji xwe  re bi keviran ava kiriye û xemilandiye wiha got: “Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê malên me talan dikin, em jî li Şehbayê malên hilweşandî  ava dikin û dixemilînin.”
 
Şêniyên Efrînê malên ku tê de dijîn bi amûrên biçûk û derfetên kêm dixemilînin.  Dewleta tirk li Efrînê malên sivîlan hildiweşîne, lê şêniyên  Efrînê li Şehbayê malên xirab ava û bedew dikin. Jina bi navê Gulê Elî Hesen a 47 salî ji gundê Alciya ya Şera Efrînê ye. Gulê niha li navçeya Ehdas a Şehbayê bi cih bûye û ji xwe re malek bi keviran ava kiriye. Derbarê çêkirina malê de Gulê xebatên xwe ji me re parve kir.
 
‘Erdogan keda destên me li Efrînê hildiweşîne’
 
Gulê di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser dagirkirina Efrînê a ji aliyê dewleta tirk ve û wiha vegot: “Em li Efrînê bi aramî dijiyan, lê dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin. Di encama êrîşên wan de sivîl hatin hedefgirtin û bûn qurbaniya van êrîşan. Her wiha axa bav û kalên me talan kirin, bi ser de jî malên me ên ku  me bi keda destên xwe çêkirine, hilweşandin. Me nedixwest dev ji axa xwe berdin û derkevin, lê êrîşên bi topan û balafiran ên Erdogan gelek dijwar bûn ji bo wê em bi zehmetî ji Efrînê derketin.”
 
‘Bi bi alavên herî biçûk em mala xwe dixemilînin’
 
Di nava axaftina xwe de Gulê diyar kir ku wan  li Şehbayê malên xerabûyê çêkirin paşê tê de bi cih bûne û wiha gotina xwe domand : “Em koçî kantona Şehbayê bûn û li navçeya Ehdasê bi cih bûn. Gelek mal li Şehbayê ji ber şer hilweşiya bûn. Me  ji tunebûnê hebûn çêkir. Me malên hilweşandî  ji nû ve  ava kir û xemilandin. Di mala xwe de min  bîstanekî biçûk çêkir û bi kevirand xemiland.  Hevjînê min  jî bi min re bû alîkar. Dewleta tirk û komên çeteyên wê li Efrînê malên me talan dikin, em jî li vir malan ava dikin û çêdikin.”
 
‘Bi xemilandin û avakirina mala xwe Efrîn tê bîra me’
 
Gulê di dawiyê de teqes kir ku bi xemilandina van malan Efrîn tê bîra wan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em malên xerabe ava dikin û dixemîlinin, Efrîn tê bîra me ji ber vê dewleta tirk tu carî nikare Efrînê ji me bibe.  Efrîn di dil û mêjiya me de ye. Armanca me jî ew e ku em berxwedan û tekoşîna xwe ji bo vegera Efrînê bidomînin.”