'Çêkirina kulîçeyan çandeke kevnar e'

  • 09:04 23 Gulan 2020
  • Rojane
Medya Silêman/Civîn Abas
 
QAMIŞLO - Bi hatina Cejna Remezanê re jinên navçeya Tirbespiyê dest bi  amadekariyan kirin. Jina bi navê Etiya Omer a ji bo Cejna Remezanê kulîçeyan çêdike wiha got got: "Çêkirina kulîçeyan ji bo me çandek kevnar e. Dema bêhna kulîçeyan li taxê belav dibe her kes dizane ku cejn e."
 
Dayikên navçeya Tirbespiyê ji bo pêşwazîkirina Cejna Remezanê dest bi amadekariyan kirin. Di rojên beriya cejnê de, di hemû malan de bêhna kulîçeyan difire. Bi hatina Cejna Remezanê re her kes amadekariyên çêkirina kulîçeyan dikin û cilan ji zarokan re dikire. Cejin bi çêkirina kulîçeyan tê nasîn, ji ber çêkirina kulîçeyan çandekî kevnar e ji bo wê di cejnan de gelek kes kulîçeyan çêdike. Têkildarî çêkirina kulîçeyan û amadekariyên cejnê jina bi navê Etiya Omer nêrîna xwe parve kir. 
 
'Çêkirina kulîçeyan çandeke kevnar e'
 
Etiyayê di destpêka axaftina xwe de pêşwaziya xwe ji bo cejinê wiha anî ziman: "Ji cejnê re hindik ma, me jî dest bi amadekariya cejinê kir. Çêkirina kulîçeyan ji bo me çandek kevnar e. Di dema berê de me rojekê cil dişuşt, rojekê jî kulîçe çêdikir. Bi pêşketina teknolojiyê ev demên berê jî xelas bûn. Cejin bi kulîçeyan tê nasîn, bê kulîçe cejin nayê pîrozkirin. Çêkirina kulîçeyan çandeke kevnar e."
 
'Dema bêhna kulîçeyan li taxê belav dibe her kes dizane ku cejn e'
 
Etiyayê di berdewamiya axaftina xwe de qala çêkirina kulîçeyan kir û wiha domand: "Dema em dest bi kulîçeyan dikin, di destpêkê de  em  dipîvin û li gor hejmara malbat û mêvanan çêdikin. Di destpêkê de ez sê satil ard nivî reş û nivî jî sipî dixim taştê. Paşê satilek şekir, satilek rûn, sê paket vanîlya, sê paket hevîrtirş, kuncî, reşk reşk, dermanê kulîçe û hêk hemû bi hev re distîrînim û du saetan dihêlînim ji bo tirş bibe.  Paşê jî em dest bi çêkirina kulîçeyan dikin. Dema em teşe didên şûnde em dixin firinê û kulîçeyên me amade dibe. Dema bêhna kulîçeyan li taxê belav dibe her kes dizane ku cejn e. "
 
'Em di çanda xwe de bi israr in'
 
Dayika Etiyayê behsa demên borî kir û wiha pê de çû: "Di dema berê de dema cejin dihat me bi kelacenek mezin pêşwazî dikir,  heta nêzî 10 rojan jî cejin berdewam dikir. Di cejinan de em diçûn gel heval, cîran, dost û malbatên xwe. Me gelek ji hevdu hez dikir, lê niha ne wek demên borî ye. Niha jî kêm kes wiha ne. Niha çand guhertiye ne wek çandên berê ye, lê ji bo ku em wê kevneşopiyê bişopînin em hîn jî çanda xwe ya kevin de bi israr in."
 
'Em ê çanda xwe her zindî bihêlin'
 
Dayika Etiyeayê herî dawî diyar kir ku ew ê çanda xwe her zindî bihêlin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema cejin hat em ê van kulîçeyan li ber çay deynîn, ji ber kulîçe bi çay re bi tam e. Em ê her li pê çanda xwe bin û çanda xwe her dem zindî bihêlin."