‘Cejna Remezanê bi kêfxweşiya zarokan xweş dibe’

  • 09:01 23 Gulan 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên bajarê Dêrikê ji bo amadekariya Cejna Remezanê di nava tevgera bazarê de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: ”Tevî ku pêwistiyên cejnê  buha ne û em di rewşên zehmet re derbas dibin, em ê cejna xwe weke her sal pîroz bikin. Bi hêviya hemû salên me bi cejnên hêviyê diafirînin kêfxweş bin.”
 
Cejna Remezanê yek ji cejnên civaka mislimanan e. Her sal di dawiya meha remezanê de 3 rojan Cejna Remezanê tê pîrozkirin.  Di Cejna Remezanê de mirov û malbat li hev kom dibin û cejna xwe bi hev re pîroz dikin.  Kêfxweşiya zarokan jî cuda ye. Zarok di nava kolanan de digerin û şekiran ji xwe re didin hevdu. Îsal jî tevî buhabûna pêwistiyên cejnê  û belavbûna Vîrûsa Koronayê gel dixwaze bi vê kêfxweşiyê re bijî û cejna xwe bi hev re pîroz bike. Têkildarî mijarê jinên bajarê Dêrikê amadekariyên xwe yên ji bo cejnê û hestên xwe ji bo vê rojê bi me re parve kirin. 
 
‘Tevî zehmetiyan em  cejna xwe pîroz dikin’
 
Jina bi navê Sebah Elî Cejina Remezanê hatina cejnê pîroz kir û wiha nêrîna xwe anî ziman: ”Beriya çend salan Cejna Remezanê pir xweş derbas dibû.  Berî cejinê bi 15 rojan me amadekariyên xwe dikir, lê her sal  diguhere.  Tevî zehmetiyên ku em tê de derbas dibin em cejna xwe pîroz dikin. Em mirov û malbat li hev kom dibin û cejnê bi hev re pîroz dikin.  Bi hêviya cejneke xweş a ji bo hemû mirovan.”
 
‘Di destpêkê de em cejna  pakrewanên azadiyê pîroz dikin’
 
Jina bi navê Silamet Mihemed ser pîrozbahiya cejnê wiha dibêjê: ”Me çanda xwe ya  pîrozbahiya Cejina Remezanê ji bîr nekiriye. 3 rojan cejin tê pîrozkirin.  Em şekira ji bo zarokan dikrin û belav dikin. Cejna Remezanê bi kêfxweşiya zarokan xweş dibe. Em û cîranên xwe li hev  kom dibin û kulîçeyan jî çêdikin. Di saetên destpêka cejnê de em  diçin ser gorên pakrewanên azadiyê û bi dilsozî doza xwe bi wan re nû dikin û cejna wan pîroz dikin. Paşê jî em bi malbatê re kom dibin û bi hev re rojên tijî kêf dijîn.” 
 
'Bi hêviya hemû salên me bi cejnên hêviyê diafirînin kêfxweş bin'
 
Her wiha jina bi navê Dîlber Mihemed derbarê cejnê de wiha got: ”Îsal tişt pir buha ne, tevî wê jî em ê cejna xwe weke her sal pîroz bikin, da ku kêfa zarokan were.  Zarok bi hatina cejnê pir kêfxweş dibin û em jî bi kêfxweşiya wan şad dibin.  Bi hêviya hemû salên me bi cejnên hêviyê diafirînin kêfxweş bin.”