DAKP: Em ê li dijî êrîşan rêxistinbûna xwe xurt bikin

  • 15:29 22 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - DAKP li dijî binçavkirinan daxuyaniyek da û got: "Di pêvajoya vîrûsê de bi hezaran êrîşkar ji hêla hikûmetê ve serbest hatin berdan. Komeleya Jinan a Rosayê li hemberî vê bêdeng nema, komele bû hedef û dixwazin jinan bêdeng bikin. Lê em ê bi her şêweyî rêxistinbûna xwe xurt bikin."
 
Serê sibêhê bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve pêla binçavkirinê hat destpêkirin. Di encama operasyonê de damezrênerên Komeleya Jinan a Rosa yê Ayla Akat Ata, Narîn Gezgor, seroka komeleyê Adalet Kaya, rêveberên komeleyê Fatma Gultekîn, aktîvîstên Tegera Jinên Azad (TJA) Gulcihan Şîmşek, Nazîle Tursun û Zelal Bîlgîn, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (HDP) Ozlem Gunduz, hevseroka HDP'ê ya Yenîşehîra Amedê Remziye Sizici, endamên HDP’ê Şîrîn Zeren, Sevîm Coşku û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran hatin binçavkirin. 
 
Têkildarê binçavkirinan de Platforma Jinan ya Dîjle ya Amedê (DAKP) daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya ku li ber avahiya Komeleya Jinan a Rosayê hat dayîn. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Dêrsim Dag û Remziye Tosun, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên HDP'ê ya navçe û bajêr, Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Amedê, endam û nûnerên Saziyên Sivîl ên Amedê û endamên Komeleya Jinan a Rosayê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê DAKP'ê Arjîn Zumrut axivî û Parlamenter Remziye Tosun jî nêrînê xwe anî ziman. 
 
'Dixwazin jinan bêdeng bikin'
 
Arjîn di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmet raste rast êrişê jinan dike û wiha berdewam kir: "Em ji van êrîşan re ne biyanî ne. Ev rêbaz rêbaza hikûmetê ye. Berê niha hemû komeleyên jinan girtin û xebatkarên wan binçav kirin. Rosa ji piştî ku ew komele hatin girtin hat vekirin. Li komeleya Rosayê jin bi rêxistinî li hemberî şîdeta mêr li ber xwe dide. Tê zanîn ku di vê pêvajoyê de şîdeta li hemberî jinan zêde bû û hikûmetê ji bi hezaran êrîşkar berda. Rosa li hemberî vê bertek nîşan da û bêdeng nema. Sedema êrîşê ku îro li hemberî komeleyê hatî kirin ev e. Dixwazin jinan bêdeng bikin."
 
'Em ê rêxistinbûna xwe bi hêz bikin" 
 
Arjîn ragihand ku Dayika Aştiyê Hava Kiran temenê wê 75 sal e û hatiye binçavkirin û got: "Em di pêvajoyek zor u zehmet re derbaz dibin. Hemu cîhan bi şewba koronoyê re têdikoşe lê hikûmet jî êrişê li Kurdan dike. Îktidar hemû qeyranan ji xwe re dike fersendeke mezin. Her roj qala tendirustiya kesên kal tê kirin. Lê dayika Hava 75 salî ye. Divê tenduristiya wê bê fikirîn. Lê divê were zanîn bi girtinann hûn nikarin rêxistinbûna me û têkoşîna me têk bibin, em ê bi her şêweyî rêxistinbûna bihêztir bikin." 
 
'Em paşve gav navêjin'
 
Piştî Arjînê parlamenter Remziye Tosun jî axivî û bertek nîşanî binçavkirinan da. Remziye wiha axivî: "Êrîşên ku îro li hemberî rêxistina jinan hatiye kirin nayê qebûl kirin. Komeleya Jinan a Rosa salek û nîv e dixebite û di demek kurt de xwe gihand gelek jinan. Hikûmet xwest vê rêxistinê tune bike. Yên ku dibêjin 65 salî jortir divê dernekevin derve, lê belê îro kesên ku temenê wan 75 saliye hatin binçavkirin. Lê çibe bila bibe em ê paşve gav navêjin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" û bi çepik û tilîlîyan bi dawî bû.