‘Têkoşîna me sînoran nas nake’
- 14:59 22 Gulan 2020
- Rojane
ŞIRNEX - HDP’ê, di derbarê gelek binçavkirinên ku li Amed, Wan û Rihayê pêk hatin de li Şirnex û navçeyên wê daxuyanî da. Di daxûyaniyê de bertek nîşanî binçavkirinan hat dayîn û peyama têkoşîna jinê sînoran nas nake hat dayîn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê serdegirtinên malan ên li Amed, Wan û Rihayê de û gelek binçavkirinên ku çê bûn de li Şirnex û navçeyên wê daxuyanî da. Rêvebirên HDP'ê û gelek kes beşdarî daxuyaniya li ber Avahiya HDP'ê ya Cizirî hat dayin bûn. Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Guler Tunç daxuyanî xwend.
'Em ê pişgtirî û têkoşîna jinê mezin bikin’
Guler, bertek nîşanê binçavkirinan da û wiha got: “Tu asteng û zext nikare piştgirî û têkoşînam me jinan bide sekinandin. Li heremê Komeleya Jinan a Rosayê li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe û bi tenê komeleyek e. Îktîdar dibêje ku; 'ez ê tundiya li dijî jinê bidim berdewamkirin. Ez ê mêran, tecawizkar û kiryaran biparêzim.' Kesên ku jinan diparêzin, piştgiriyê dikin hemû îro di bin çavan de ne. Îktîdar peyama berdewamiya dijminatiya li dijî jinê dide. Tu zext û zordarî nikare pêşiya têkoşîn û piştgiriya me jinan bigire. Têkoşîna me tu carî sînoran nas nake. Îro jî nas nekir dê sibê jî nas neke. Em ê piştgtirî û têkoşîna jinê mezin bikin. Em ji vir careke din dibêjin hemû hevalên me yên jin û yên dinê demildest berdin.”
Li Şirnex û navçeyên Silopî û Hezexê jî daxûyaniya hevpar hat xwendin.