Dayika Gulistan Doku bertek nîşan da: Me dixapînin

  • 14:47 22 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Dayika Gulistan Doku ya ku ev 138 roj in jê agahî nayê girtin, Bedriye Doke bal kişand ser lêgerîna walîtiya Dêrsimê ya heman cihî û got:"Tenê me dixapînin."
 
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û Rêveberên Rêxistina ESP'ê ya Amedê û endama Meclîsa Jinê ya Sosyalîst (SKM) Satiye Ok çû serdana malbata Gulistan Doku ya ku ev 138 roj in agahî jê nayê girtin.
 
'Em ê Gulistanê bibînin'
 
Satiye Ok bang kir ku Gulistanê bê dîtin û wiha got:"Em wekî jinan daxwaz kir ku bendav bê valakirin, lêv bê xwendin, lê ev 138 roj in gavên şênber nehatine avêtin. Me bi têkoşîna bi rojan fam kir Şule întihar nekirye hatiye qetilkririn. Em kujer derxist pêş darazê. Em ê bi heman awayî Gulistanê jî bibînin."
 
'Xebat kêm in'
 
Dayika Gulistanê Bedriya wiha got:"Rayedar her dem li heman cihî lêgerînê dikin. Tenê me dixapînin. Keça min tiştek bi tu kesî nekir. Ez dixwazim rayedar keça min bibînin. Keça min du roja ser hevdu çû mala Zainal. Lê îfadeya Zainal û bavê wê nehat girtin. Bi zora me li mala wan îfadeya wan girtin. Banga min li jinan ew e ku em bi hev re li Gulistan bigerin. Ez her dem Gulistanê difikirim. Bila bendavê vala bikin û  keça min bibînin."