'Êrîşa li dijî jinên têkoşer li dijî hemû jinan e'

  • 14:25 22 Gulan 2020
  • Rojane

MÊRDÎN/ENQERE - Platforma Şahmeran a Mêrdînê û Platforma Jinê ya Enqereyê li dijî binçavkirina aktivîstên TJA, endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û gelek siyastmedaran daxuyanî dan. Di daxuayniyê hat gotin:"Êrîşa li dijî jinên têkoşer li dijî hemû jinan e."

Di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê de aktivîstên TJA, endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û gelek siyastmedar hatin binçavkirin. Platforma Şahmeran a Mêrdînê û Platforma Jinê ya Enqereyê li dijî binçavkirina aktivîstên TJA, endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û gelek siyastmedaran daxuyanî dan.

Mêrdîn

Platforma Şahmeran a Mêrdînê li dijî binçavkirinan daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Îktidara ku pêvajoya pandemiyê wekî fersend dît bi zagona înfazê gelek bersûcên tundiyê serbest berda. Bersûcên tundiyê niha tundiya xwe didomînin. Niha jinên ku li dijî pêkanînên dijminatiya jinê têdikoşin dibin hedef. Êrîşên li dijî aktivîstên TJA, endamên Komeleya Jinê ya Rosayê darbeya li dijî têkoşîna jinê ye. Divê demildest dev ji vê bêhiqûqiyê berdin û hevalên me serbest berdin"

Enqere

Platforma Jinê ya Enqereyê li dijî binçavkirina aktivîstên TJA, endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û gelek siyastmedaran daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê wiha hat gotin:"Kesên ku îro dibêjin derketina derve ji bo kesên temenê wan bi ser 65 salî ye qedexe ye îro jina 75 salî dikin bin çavan. Binçavkirina jinan mînaka dijminatiya li dijî jinê ya îktidarê ye. Me ev sehneya berê jî dîtibû. Di serdema OHAL'ê de jî saziyên jinan hatibûn girtin. Dixwazin jinan tenê bihêlin û mafên wan ji destên wan bên girtin. Êrîşa li dijî jinên têkoşer li dijî hemû jinan e. Jin tu carî nesekînin û ew ê nesekinin jî. Divê ev êrîşên bê hiqûqî yên li dijî jinê demildest bi dawî bibin."