Jinan bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê têkoşîna azadiya jinê bidomînin

  • 13:45 22 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Di operasyona serê sibêhê de gelek aktîvîstên TJA û Komeleya Jinan a Rosayê hatin binçavkirin. Jinan bertek nîşanî binçavkirinan da û gotin: "Jin her tim bû hedefa şîdeta dewletê. Jin wekî duh dê îro jî têkoşîna xwe ya azadiya jinê bidomîne. Em ê li her qadê dengê xwe bilind bikin." 
 
Di encama operasyona serê sibêhê de gelek siyasetmedar û aktivîstên jin hatin binçavkirin. Damezrênerên Komeleya Jinan a Rosa yê Ayla Akat Ata, Narîn Gezgor, seroka komeleyê Adalet Kaya, rêveberên komeleyê Fatma Gultekîn, aktîvîstên Tegera Jinên Azad (TJA) Gulcihan Şîmşek, Nazîle Tursun û Zelal Bîlgîn, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (HDP) Ozlem Gunduz, hevseroka HDP'ê ya Yenîşehîra Amedê Remziye Sizici, endamên HDP’ê Şîrîn Zeren û Sevîm Coşku hatin binçavkirin. 
 
Bertek û nêrazîbûnên li hemberî binçavkirinan didomin. Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Seval Gulmez û endma Lîjneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa yê Suzan Îşbîlen nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
'Em ê piştevaniya jinê mezin bikin'
 
Satiye Ok, diyar kir ku li gorî daneyan li di pêvajoya pandemiyê de êrîşên li hemberî tevgerên jinan qat bi qat zêde bûye û got: "Jinên ku li dijî pergelê têdikoşin ji hêla îqtîdara AKP'ê ve hedef hatin nîşandan. AKP, niha di nava krîza siyasî û aboriyê de ye û ji ber vê jî bi tayînkirina qeyûman a li hemberî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşan pêk tîne û her wiha pergala hevserokatiyê jî hedef girtiye. Dixwaze bi vê rêbazê ji nava krîzê derkeve. Em jin bi şîdeta dewleta mêr re rûbirû man û em bûn hedef. Em ê wekî duh îro jî têkoşîna xwe ya azadiya jinê bidomînin. Em ê piştevaniya jinê mezin bikin. Em ê li dijî hemû êrîşên li hemberî jinan li ber xwe bidin."
 
‘Dê berxwedan jinan bidome' 
 
Seval Gulmez, da zanîn ku zîhniyeta serdes naxwaze jin di nava civakê de cih bigire û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îqtîdar dixwaze pergala xwe bidomîne. Serê sibêhê hikûmet carek din zîhniyeta xwe aşkera kir. Lê mixabin hikûmet tiştek ji bîr kiriye? Ev tişt jî berxwedana jina ye. Em vê operasyonê qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe li hemberî vê zîhniyetê bidomînin. Binçavkirin û girtin li hemberî têkoşîna me nabe asteng." 
 
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin' 
 
Suzan Îşbîlen, destnîşan kir ku îro operasyoneke siyasî pêk hat û bi taybetî jin hatin binçavkirin û wiha bi lêv kir: "Avahiya me ji hêla polîsan ve hat dopêçkirin û li vir lêgerin pêk hat. Avahiya me cihê têşhîrkirina her cûreyên şîdetê bû. Demek dirêje ku îqtîdara AKP'ê û MHP'ê li hemberî dengên muxalîf êrîşan pêk tîne. Lê jinan her tim bersiv da êrîşan. Îqtîdar her tim rêxistinbûna jinê ditirse. Komeleya me di vê pêvajoyê de ji bo jin û zarokên ku bi êrîşa zayendî re rûbirû mane re xebatên girîng da meşandin. Komeleya me li dijî pêşnûme qanûna efûkirina tecawizkaran demildest refleks nîşandan. Ev operasyon li hemberî bêdengkirina jinê pêk hat. Em wekî Komeleya Jinan a Rosayê dê têkoşîna xwe bidomînin, em ê xwebatên xwe ya li dijî şîdet û êrîşên zayendî bidomînin. Em ê dengê xwe bilind bikin ku heta ku hevalên me bên berdan."