Hevseroka HDP’ê kêliya êrîşan rave kir: Tehemula wan tune ye

  • 12:34 22 Gulan 2020
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakize Sinemilioglu, derbarê êrîşên polîsan de wiha got:”Me careke din bêtehemuliya polîsan a li dijî xwe dît. Çimkî em mafdar in. Hîn ku dereng nebûye em li dijî vê faşîzmê bibin yek.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê li dijî qeyûman xwestibû daxuyaniyê bide û bi êrîşa polîsan rû bi rû mabûn. Hevserok Vezir Çoşkun ji ber êrîşên polîsan serê wî şikiyabû. 
 
Do dîsa daxuyaniya ku hat xwestin li dijî tayinkirina qeyûman bê dayin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakize Sinemilioglu, derbarê êrîşan de nirxandin kir. 
 
‘Tehemula wan tune ye’
 
Pakizeyê got:” Me careke din bêtehemuliya polîsan a li dijî xwe dît. Çimkî em mafdar in. Heta niha gelek êrîş li me hat kirin. Mafê daxuyaniyekê jî nadin. Hîn ku dereng nebûye em li dijî vê faşîzmê bibin yek.” 
 
‘Dema me pirsa hevalê xwe kir mudaxaleyî me kirin’
 
Pakizeyê wiha dewam kir:”Do dema me xwest em daxuyaniyê bidin êrîş kirin. Em ji bo pandemiyê mesafeya civakî esas girt lê wan qet guh neda mesafeya civakî. Serê hevalê me Vezir Coşkun şikandin. Bi awayekî tund êrîş kirin. Dema me pirsa hevalê xwe kir mudaxaleyî me kirin.”
 
‘Mudaxaleyî hemû daxuyaniya dikin’
 
Pakizeyê got:” Êrîşên li djî HDP’ê didomin. Mudaxaleyî hemû daxuyaniya dikin. Kesên ku li dijî êrîşên li ser HDP’ê dernakevin dor tê ser wan. Divê li dijî van êrîşan em bibin yek. Yan na sibehê ew ê dor bê ser we jî.”