Rêxistinên Jinan: Êrîşa li dijî TJA û Rosayê êrîşa li dijî hemû jinan e

  • 12:28 22 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL- Rêxstinên jinan bertek nîşanî operasyona binçavkirina endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA'yê kirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat meşandin de vê serê sibehê operasyona binçavkirinê li siyasetmedaran hat kirin. Endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û akivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî hatin binçavkirin. Bi hinceta lêpirsînê di encama bi serdegirtina malan ên li Amed, Wan û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin.
 
Piştî operasyonê gelek rêxistinên jinan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî dan û bertek nîşanî binçavkirina endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA'yê dan.
 
Bertekên jinan wiha ne:
 
Jin bi hev re bi Hêz in: Dîsa saziyên jinan bi êrîşan rû bi rû ne. Di OHAL'ê de jî berê saziyên jinan hatin girtin û hatibû xwestin ku jin tenê bên hiştin. Niha jî operasyon li dijî endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA'yê kirin. Em vê yekê qebûl nakin. #GözaltılarSerbestBırakılsın. Komeleya Jinê ya Rosayê li dijî tundiya li ser jinê têkoşînê dide. Aktivîstên TJA û Rosayê hîn çend roj berê li dijî efûya îstismara zayendî li kuçeyan bûn. Êrîşa li dijî saziyên ku mafê jinê diparêze, êrîşa li dijî hemû jinan e.
 
Rojeva Femînîst: Bila demildest endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA'yê bên berdan. Operasyonên li dijî TJA'yê nayên qebûlkirin. #GözaltılarSerbestBırakılsın.
 
Jina Demokrat a Nû: Dîsa saziyên jinan di bin êrîşan de ne! Berî OHAL'ê jî saziyên jinan hatibûn girtin û hatibû xwestin ku jin bê hêz bên hiştin. Komeleya Jinê ya Rosayê û TJA ne bi tenê ne.
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Di operasyonên siyasî yên li Amedê de endamên me yên Meclîsa Jinê, endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA'yê hatin binçavkirin. Ew ê êrîşa li dijî têkoşîna me ya jinê me nikaribe bê deng bike. Hevalên me demildest berdin.
 
Komeleya Jinê ya Starê: Saziyên me yên jinan di bin êrîşan de ne. Komeleya Jinê ya Rosayê tenê cih e ku jinên tundî li wan tên kirin serî lê bidin. Em van operasyonên li dijî saziyên jinan qebûl nake.
 
Meclîsa Jinê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) ya HDK'ê: Mirov bibe aktivîst û parastina mafên jinan ne sûc e. Rêhevalên me yên hatine binçavkirin bila demildest bên berdan. Bijî piştevaniya jinê.
 
Piştevaniya Mor: Gav ji bo tunekirina tundiya li ser jinê nayê avêtin û di heman demê de êrîş li dijî têkoşîna jinê ya li dijî tundiyê tê kirin. Di operasyona ku navenda wê Amed e endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA'yê hatin binçavkirin. Em polîtîkayên tundiyê û zextê yên zihniyeta baviksalarî ya li dijî têkoşîna jinê qebûl nakin. Bila jinên hatine binçavkirin demildest bên berdan! #kadınyaşamözgürlük #jinjiyanazadi.
 
Kırkyama: Operasyonên li dijî endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA'yê yên îro nayên qebûlkirin. Bila hevalên me yên têkoşînê demildest bên berdan. #GözaltılarSerbestBırakılsın