‘Amadekariyên Cejna Remezanê bi keda destên dayikan watedar dibin’
- 09:42 22 Gulan 2020
- Rojane
Hesna Mihemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, derbarê hatina Cejina Remezanê û amadekariyên wê de wiha dibêjin: “Amadekariya Cejna Remezanê bi keda destên dayikan xweştir û watedar dibin. Ji bo ku em kevneşopiyên xwe ji bîr nekin em wateyê didin cejnê.”
Cejna Remezanê nêz dibe, ev cejin piştî meha Remezanê tê û ji aliyê gel ve tê pîrozkirin. Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, ev cejna sêyemîn e bi hêviya vegera ser axa xwe pêşwazî dikin. Li gor derfetên xwe yên kêm ên di rewşa koçberiyê de li malên xwe û di çadiran de amadekariya Cejna Remezanê dikin. Bi hatina Cejna Remezanê jinên Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
‘Di cejinê de gel kom dibe û serdana hev dikin’
Jina bi navê Gulê Mihemed a ku li gundê Babinês yê Şehbayê dijî hestên xwe ji bo Cejna Remezanê anî ziman û wiha got: “Em dîsa Cejna Remezanê li Şehbayê pêşwazî dikin û ji zarokên xwe re cil û bergan dikirin da ku zarokên me bi cejnê şad bibin û hîs nekin ku koçber in. Di rojên cejnê de gel li hev kom dibe û serdana hev dikin. Her xwesteka me ew e ku em vegerin Efrînê û li wir cejnên xwe pîroz bikin.”
‘Em dayik wate û xweşbûnê didin cejnê’
Jina bi navê Dîcle Heskêlo jî derbarê amadekariyên cejnê de wiha got: “Niha Em şêraniyê bi destê xwe ji bo cejnê amade dikin. Her sal em di nava zarokên xwe de cejnê pêşwazî dikin. Rast e em di nava rewşa koçberiyê de ne, lê her dayik wate û xweşbûnê didin cejnê. Ji bo ku zarokên me kêmasiyê hîs nekin em ji wan re şêraniyan çêdikin. Şêranî bi şîr, şekir û ard tê çêkirin û em ji firinê re dişînin ji bo bê çêkirin. Paşê jî ji bo zarok û mêvanan tê dayin.”
‘Ji bo kêfxweşiya zarokan em ê her tiştî çêbikin’
Jina bi navê Cîhan Reşîd hestên xwe ji bo Cejina Remezanê anî ziman û wiha pê da çû: “Cejna Remezanê nêz dibe bi hatina wê em şêraniyê dikirin û çêdikin. Ji ber ku di malên me de firin tune ye, em biskewît û kulîçeyan ji firinê re dişînin da ku bipêjin. Dûrketina me ji Efrînê gelek dijwar e, lê ji bo kêfxweşiya zarokan em ê her tiştî çêbikin. Em bi hêvî ne ku em cejnên xwe ser axa xwe pîroz bikin.”