'Tevî xetereya dagirkeran em Cejna Remezanê pêşwazî dikin'

  • 09:06 22 Gulan 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Şêniyên navçeya Til Temirê tevî xeterî û topbarana dewleta tirk ên li ser ser gundewarên Til Temirê, daketine bazarê û amadekariya Cejna Remezanê dikin. Jinan gotin: “Tevî êrîş, topbaran û xeteriya dewleta tirk a dagirker cejna xwe  em ê pîroz bikin. Bi hêza dayikan em ê dawî li dagirkeriyê bînin.” 
 
Îsal li bazara navçeya Til Temirê tevgera şênî û koçberan heye. Cejna îsal ji salên borî cuda ye, ji ber ku bi hezaran şêniyên Rojava li ser axa xwe ji ber êrîşan koçber bûne û li dibistan, kampan dijîn. Zarokên ku hêviyên siberoja xwe dineqişandin wekî koçberan di dibistana xwe de dimînin. Cejna îsal hem kêfxweşî hem jî xemgîniyê bi xwe re tîne, li aliyê din jî welatî li ser axa xwe berxwedan û têkoşînê li hember dagirkeran didin meşandin. 
 
Şêniyên navçeyê û gundewarên wê ev çend roj in liv û tevgera wan a ber bi bazarê ve pir çêdibe û ji bo amadekariyên cejnê cil û berg, zebze, fêkî her wiha şekir û şêraniyê li gorî derfetên xwe dikirin. Ji bo ku dilê zarokên xwe şad bikin û xemgîniya îsal û tirsa wan a li hember dagirkeriyê veguherînin hêzê, şêniyên herêmê bi awayekî kêfxweş pêşwaziya cejnê dikin. Di heman demê de Hêzên Ewlehiya Hundirîn(Asayîş) û Tirafîk jî li bazarê bicih bûne û li ser erkê xwe yê parastinê ne.
 
'Hêviya min a di cejnê de ew e ku dewleta tirk ji xaka me derkeve' 
 
Dayika 4 zarokan Kamla Zahir derbarê cejnê de axivî  û wiha got:"Tevî  her zehmetiyên ku em jiyane, lê dîsa me rojiya xwe girt û niha amadekariyê cejnê dikin. Ruxmî buhabûnê, em li gorî derfet û pereyên xwe em jî amadekariyên xwe dikin.  Hêviya min ew e ku ev dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên me derkevin."
 
'Berxwedana li dijî dagirkeran û amadekariya Cejna Remezanê didome' 
 
Semîra Şukrî jî bi hatina Cejna Remezanê ev yek anî ziman: "Şêniyên vê axê li dijî dagirkeriyê têkoşîn û berxwedana xwe didomînin û jiyana xwe jî bi rê ve dibin. Şervan li çeperan parastina gel dikin û gel jî amadekariya pêşwazîkirina cejnê dikin. Em cejna xwe li pakrewan û şervanên xwe pîroz dikin"
 
'Cihê dagirkeran li ser axa me tune ye'
 
Semîrayê peyama xwe ya Cejna Remezanê bi bîr xist û dawî li gotina xwe anî: "Em in xwediyê vê axê, em in ê ku bi sedê salan li ser vê axê dijîn. Îro ne mafê dewleta tirk e ku were û axa me dagir bike. Peyama me jî ev e ku ew çiqas êrîş bikin girêdana me ya bi axa me ew ê zêdetir bibe û pêwîst e ku dagirker ji xaka me derkevin."