ROJEVA 22’yê GULANA 2020’AN

  • 09:00 22 Gulan 2020
  • Rojev
* Jinên Kobanê Cejna Remezanê pîroz kirin û gotin: "Meha Remezanê ya îsal ji ber belavbûna nexweşiya Vîrusa Korona û êrîşên li ser herêmê bi awayekî dijwar derbas dibe. Em hêvîdar in ku ev cejin bi aramî derbas bibe, bibe dawiya şer û nexweşiyan û em bi aramî li ser axa xwe bijîn." DÎMEN HEYE
 
*Jina Aşûrî ya cotkar Neîma Îşo ya ku sala borî zeviyên wê yên ceh û genim şewitîn, îsal bi tedbîrên pir xurt pêşwaziya demsala çinînê dike. Neîmayê got:"Dagirker çiqasî bişewitînin em  ê dîsa biçînin û şîn bikin. Sala borî 200 donim şewitandin îsal me 100 donimê din lê zêde kir." DÎMEN HEYE
 
*Şêniyên navçeya Til Temirê tevî xeterî û topbarana dewleta tirk ên li ser ser gundewarên Til Temirê, daketine bazarê û amadekariya Cejna Remezanê dikin. Jinan gotin: “Tevî êrîş, topbaran û xeteriya dewleta tirk a dagirker cejna xwe  em ê pîroz bikin. Bi hêza dayikan em ê dawî li dagirkeriyê bînin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên ku di kampa Şehbayê de dijîn, bi hatina germahiya havînê re zehmetiyên ku dijîn parve kirin û gotin: "Bi hatina germahiya havînê re di hemû qadên weke tenduristî, aborî û jiyanî de zehmetiyên ku em  rû bi rû dimînin zêdetir dibin. Ji bo wê em çiqas baxivin jî nikarin van zehmetiyan vebêjin." DÎMEN HEYE
 
*Herêma Colemêrgê ku cihê herî zêde ajalvanî lê tê kirine, bêrîvanên ku ji destpêka biharê de dest bi bêrîvaniyê dikin diyar kirin ku ew pez xwedî nekin nikarin debara xwe bikin. Bêrîvanan anî ziman ku ji ber buhabûna êm êdî xwedîkirina pez jî zahmet bûye û daxwaza piştevaniyê kirin. DÎMEN HEYE
 
*Wênesaz Sevdet Acar û Eylem Bucak anîn ziman ku di vê pêvajoya pandemiyê de bala li ser hunerê zêdetir bû û diyar kirin ku ev pêvajo di pêşerojê de ji bo afirandina berhemên wek fîlm, çîrok û wêneyan wê bibe hêz. DÎMEN HEYE
 
*Akademîsyen Gaye Yilmaz diyar ki ku bi pêvajoya pandemiyê re krîzeke ji hemû krîzan girantir tê jiyîn û got wê pêvajoyên hilberîna xwe dispêre robotîk û zekaya çêker lezgîntir bibin. Gayeyê bi lêv kir ku wê ji bo vê rewa bikin bêjin ‘wê kontrola vîrusê hêsantir be’.
 
*Endama Lijneya Rêveberiya SES’ê Fatma Yildizhan, diyar kir ku pêvajoya normalbûnê hîna zû bû û got: “Beyî ku kesên veşarî nexweşiyê dihewînin û bûyer bên diyarkirin, ketin pêvajoya normalbûnê. Ev biryar jî mixabin ji tenduristiya civakê û mirovan dur e.”
 
*Welatiyan bertek nîşanê projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlanê hatiye destpêkirin dan û diyar kirin ku wê desturê nedin komkujiyeke duyemîn. BI DÎMEN
 
*Li gundê Pêrxakya yê Pîranê jinan dest bi çandina şitlên sebze kirin. Jina bi navê Mukades Yalin jî da zanîn ku ew kêfxweşiya ku şitlên xwe bi axê re anîn cem hev dijîn. DÎMEN HEYE
 
 
*Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê testa 6 gardiyanan pozîtîf derket û hat hînbûn ku hîna jî rûpûş nedane girtiyan. Dayika kurê wê girtî Kasîde Durak bang kir ku divê zarokên wan bên berdan. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz wiha got: “Li dijî Kurdan her tim êrîşek nû dikin dewrê. Armanca wan ev e ku êrîşî nirxên Gele Kurd bikin. Li her çar alî li hember Kurdan êrîşên topyekun pêk tên. Divê em bi hev re ji vê re bibin bersiv.”