Tayinkirina qeyûman li Wanê hat şermezarkirin

  • 16:53 21 Gulan 2020
  • Rojane
WAN - Li dijî tayînkirina qeyûman Rêxistina HDP'ê ya Wanê daxuyaniyek da û got: "Em dizanin ku dê carek din AKP û MHP winda bike û berxwedana gel dê bi ser keve." 
 
Bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman didomin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê daxuyaniyek da çapemeniyê û tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê ya bajêr pêk hat. Hevserokên bajêr û navçeyan ên HDP'ê, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, parlamenter Muazzez Orhan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta 'Darbeya qeyûmê, darbeya li hemberî vînê ye' hat vekirin. Daxuyanî ji hêla hevseroka bajêr Oznur Bartin ve hat xwendin. 
 
Oznûr, diyar kir ku di 31'ê Adarê sala 2019'an de gel li dijî tifaqak AKP û MHP'ê xwedî li vîna xwe derket û wiha axivî: "Gel di hilbijartina herêmî de ligel hemû zext û zordariyan di sindoqan de bersiva xwe dubare kir. Lê carek din jî qeyûm hat tayînkirin. Ligel xetereya vîrûsa koronayê jî gel li kolanan bertekên xwe tînin ziman. Gel xwedî li şaredariyên xwe derdikevin."
 
Oznur, di dawiya axaftina xwe de behsa pergala hevserokatiyê kir û got: "Li şaredariyan pergala hevserokatiyê ket meriyetê. Lê dema qeyûm hat di serî de êrîşê destkeftiyên jinan kirin. Pergala hevserokatiyê hedef nîşandan û wekî sûc hatin pênasekirin. Lê tayînkirina qeyûman bi serê xwe sûc e. Em dizanin ku dê carek din AKP-MHP winda bike û berxwedana gel dê bi ser keve."
 
Daxuyanî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.