TJA: Piştevanî sedema jiyanê ye

  • 13:16 21 Gulan 2020
  • Rojane
AMED -TJA'yê derbarê kampanyaya xwe ya "Piştevanî ew ê me bide jiyîn" daxuyanî da. TJA'yê got:"Bi taybet armanca kampanyayê ew e ku em bikaribin fikir û rewşa hemû girtiyan di nava civakê de bikaribin bidin nîşandan."
 
TJA'yê derbarê kampanyaya xwe ya "Piştevanî ew ê me bide jiyîn" ku ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyan dabû destpêkirin, daxuyanî li buroya îrtibata çapemeniyê ya Navenda Gişti ya DBP'ê da. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen, Nûnerên TUHAD-FED, MEBYA-DER'ê be?darî daxuyaniyê bûn. Berdevka TJA'yê Ay?e Gokan daxuyanî xwend. Ayşeyê diyar kir ew her dem girîng dibînin ku bibin dengê girtiyan û got rew?a girtiyan ji ber ?ewbê di xetereyê de ye. 
 
'Gelek dewletan ?ewb ji xwe re wekî fersend dîtin'
 
Ayşeyê diyar kir ku çawa modernîteya kapîtalîst ji bo xweza û derdorê zirareke mezin dide di heman demê Vîrûsa Koronayê jî heman zirarê dide û wiha got:"Vîrusa Koronayê ji bo kara moderniteya kapîtalist derketiye. Gelek dewletan ?ewb ji xwe re wekî fersend dîtin. Vîrusa Koronayê li dijî girtiyan bi kar tînin. Gelek girtiyên siyasî li derveyî zagonan hatin hi?tin û terkî mirinê hatin kirin."
 
'Dixwazin dengê muhalif û girtiyan bibirin'
 
Ayşeyê wiha dewam kir:"Divê em wekî kesên li derve girtiyan bikaribin biparêzin. Dixwazin dengê muhalif û girtiyan bibirin. Ev ji bo meseleyeke ehlaqî û wicdanî ye. Em hêvî dikin ku ji bo azadiya girtiyên muhalif-siyasî her kes pi?tgiriyê bidin kampanyaya me. Pi?tevanî sedema jiyanê ye."
 
Ayşeyê hedefên kampanyayê wiha rêz kir:
 
"*Divê di navbera girtiyan de û malbat û piştevanên wan de temas bên avakirin û fikir, rewşa girtiyan di nava civakê de bên nîşandan.
 
*Divê li hemû welatan piştgiriya girtiyan bê kirin û li dijî polîtikayên hukumetan ên têkildarî girtiyan de kampanyaya dîlekçeyê bê destpêkirin. 
 
*Neteweyên Yekbûyî, CPT, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û avahiyên din, ji bo girtiyên siyasî û hemû girtî bên berdan li ser welatan zexta siyasî û dîplomatîk bikin û raya gi?tî ava bikin.
 
*Em dixwazin ev kampaya serkeftinê bi dest bixe. Îmze, rapor, wêne, agahî û çalakî dikarin li ser navnî?ana  solidarityalive@riseup.net e-Mail bên parvekirin." 
 
Her wiha Ayşeyê ragihand ku ew ê hemû çalakiyên kampanyayê li ser sîteya www.solidaritykeepsusalive.wordpress.com bên parvekirin. 
 
Kesên ku kampanya li dar xistin:
 
“Free Women’s Movement (TJA), Kurdish Women’s Movement – Europe (TJK-E), RONAK, CENÎ - Kurdish Women‘s Office for Peace, International Women’s Alliance (IWA), Women Democratic Front Pakistan (WDF), Ruba odeh Palestine, Abya Yala Feminists, National Front for Egyptian Women, Moroccan Association for Progressive Women, Revolutionary Association of the Women of Afghanistan RAWA, Collective of Support for Women Prisoners in Aragon (C.A.M.P.A.), Leyla Khaled, Janet Biehl,  Margaret Owen, Khadija Ryadi, Karima, Hafnawi, Selay Ghaffar, Weeda Ahmad, Dr. Aziz Rhali, Atika Ettaifi."