'Berê me koçber kirin niha jî zeviyên me dişewitînin'

  • 10:37 21 Gulan 2020
  • Rojane
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA- Jinên şehba û Efrînê yên ku bûn þahîdên þewata zeviyan ku li Þehbayê pêk hat, axivîn û gotin: “Dewleta tirk em ji malên me koçber kirin û niha jî zeviyên  me yên ku em pê debara jiyana xwe dikin diþewitînin. Em li benda berhemên zeviyên xwe bûn lê hemû þewitandin.”
 
Komên girêdayî dewleta tirk, erdên li ser sînorên Þehba û herêmên dagirkirî þewistandin. Ji ber hewaya dijwar  agir gihaþt erdên Kantona Þehbayê.  Di encamê de zeviyên sivîlan ên genim û ceh  şewitandin û zirareke mezin gihaþt gel. Nêzî 50 hektar erd hat þewitandin. Endamên komînan û gel bi hev re bûn alîkar û agir vemirandin. Derbarê þewtandina zeviyan de jinên ku ji nêz ve tevlî bûyerê bûn nerazîbûnên xwe bi me re parve kirin.
 
‘Nêzî 2 hektar ji zeviyên me hatin þewitandin’
 
Jina bi navê Resmiyê Cume ya ji gundê Hesiyê ye û di encama þewatê de erdên wan zirar gihaþtê wiha got: “Agir ji erdên li ser sînor ên  di navbera me û dewleta tirk de pê ket û bi hewayê re derbasî nava erdên me bûn. Endamên komînan û gel  bi hev re bûn alîkar da ku agir vemirînin. Em li benda berhemên zeviyên xwe bûn lê hemû þewitandin Erdê me 4 hektar in jê 2 hektar þewitîn û nêzî 3 saetan agir ancax vemirî. Keda me hemû hat þewitandin.”
 
‘Dewleta tirk nahêle gel di aramiyê de bijî’
 
Mewlûde Qasim a ji Efrînê ye û li gundê Heseçêk bi cih bûye destnîþanî þewata ku  rûda kir û wiha pê da çû: “Erdên şêniyên Þehbayê û Efrînê hatin þewitandin. Niha erdên mayî jî di nava xeteriya þewatê de ne. Dewleta tirk ji sînor ve agir vêdixe û berdide zeviyên me. Dewleta tirk nahêlê ku ev gel aram bijî.”
 
‘Li Efrînê milkê welatiyan talan dikin ’
 
Jina bi navê Mediye Ebo jî destnîþan kir ku  dewleta tirk li Efrînê milkê gel talan dikin, li şehbayê jî zeviyan diþewitînin û got: “Em ji Efrînê koçber bûn.  Dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê li Efrînê milk û malên me talan kirin, li Þehabyê jî êdî dest bi þewitandina zeviyên sivîlan dike. Berê me koçber kirin niha jî zeviyên me diþewitînin. Em dagirkeriya Erdogan tu carî di nava xwe de qebûl nakin.”