Fatma Bostan Unsal: Desthilatdarî bi pratîkên xwe vedigere sedsal berê

  • 09:06 21 Gulan 2020
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parêzvana maf Fatma Bostan Unsal, got di hilbijartinek zû de dikare sê tifaqên mezin ava bibin û her wiha tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê jî dewlet biriye sedsal berê. Fatmayê der barê texrîbkirina goran de jî mînaka leşkerên Anzak da.
 
Parêzvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal der barê tayînirina qeyûman, banga Meral Akşener a wekî ‘li maseya memleket’, vîrusa korona, hilbijartineke zû, êrîşa li hember goran de axivî.
 
Fatmayê bi lêv kir ku dewlet wek sedsal berê bûye wek yek partiyekê û desthilatdariyê siyasetek pir partîbûnê bê nirx hiştiye û balkişand ser gotinên Îsmet Înonu yên Giştînameya 12’ê Tîrmehê û got: “Wê demê Îsmet Înonu serokomar bû. Serokê partiya CHP’ê yê wê demê hikûmetê tîne cem hev. Lê hikûmet ji bo bersîvê nede gel dikeve. Li gorî min di alî bê alîbûnê de Tirkiye ji wê demê bêtir şûnde ye? Giştînameya 12’ê Tîrmehê serokomarê îro dikare biweşîne? Dikare îdia bike ku muxalefet li hember wan zextxwir e? Bawer nakim. Em îro refleksên  beriya 50 salî zêdetir dijîn.”
 
‘Di hilbijartinek heyî de dikare 3 tifaqên mezin hebin’
 
Fatmayê banga seroka Îyî Partî Meral Akşenerê ku tenê HDP ji derveyê vê girt û ji bo hemû partiyan banga ‘em li maseya welat bên cem hev’ kir, nirxand û da zanîn ku ev bê talihiyeke mezin e û got: “HDP duyemîn partiya mezin a Tirkiyeyê ye. Di maseya ku behsa wê tê kirin de nebûna HDP’ê ne mijara gotinê ye. Di dema referandumê de Tifaq bi wate bûn. Lê ev tifaq êdî ne li gorî aliyên polîtîk yên Tirkiyeyê ne. Ez wisa difikirim ku di hilbijartinên parlamentoyê de wê sê tifaqên mezin ava bibin. Ya yekem tifaqa AKP û MHP’ê. Ya duyem em dikarin bêjin tifaqe sax navendî; yanî tifaqa partiya DEVA, Gelecek û ÎyÎ Partî. Ya sêyem jî dibe ku ya CHP-HDP’ê be. Dibe ku HDP tenê jî biçe hilbijartinan.”
 
Fatmayê balkişand ser vîrusa korona û destnîşan kir ku gelek kes betal mane di vê pêvajoyê de û bi vê re jî krîz giran bûye û wiha pê de çû: “ Divê demildest çavkaniyên aboriyê bên dîtin.”
 
‘Divê Tirkiye li hember mirî û malbatên wan rêzdar be’
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de êrîşên li hember goristanan jî nirxand û ev tişt vegot: “Ez dikarim di êrîşan de mînaka leşkerên Anzak ya di Şerê Çanakkaleyê de bidim. Rêveberiya wê demê ji leşkerên Anzak re got ‘ew zarokên me ne’. Ji bo leşkerên ji bo dagirkirinê hatibûn û jiyan xwe ji dest dabûn,ev gotin hatibûn gotin. Divê ji vir şûnde jî ev têkilî bên avakirin. Dema yên tên serdana gorên Anzak Tirkiye ji wan re dibêjin mêvan. Divê merciyên Tirkiyeyê li hember mirî, malbatên miriyan rêzdar bin.”