ROJEVA 21 ’ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 21 Gulan 2020
  • Rojane
*Li gundê Biyadirê yê girêdahî navçeya Çelê  Emîne Erdal û sê keçên xwe li serayan bi çandina zebze û fêkî hem  debara xwe dikin û hem jî pêdiviya gundiyan a bi şitlan pêşwazî dkin. Emîneyê diyar kir ku pêşerojeke xweş û bi tendirust bi hilberînê pêkan e.  DÎMEN HEYE
 
*Jinên ciwan ên kurd ku xwedî li zimanê xwe derdikevin, diyar kirin ku divê kurd zimanê xwe biparêzi û wiha gotin: “Rewşa zimanê me di xeterê de ye. Divê em hemî destên xwe deynin ser wijdanê xwe û bifikirin.  Em hemû ji vê rewşê berpirsiyar in. Lê em dikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Divê zarok ji malbata xwe zimanekî din hîn nebin û ji bo vê jî divê malbat bi kurdî biaxive. Divê em li sûkê, li marketê û li her derê bi Kurdî  biaxivin û zimanê xwe biparêzin.” DÎMEN HEYE 
 
*Sekretera SES’ê ya Wanê Seda Guler diyar kir ku li Wanê di pêvajoya normalbûnê de bi avakirina mala şînê re vîrus zêde bûye û da zanîn ku divê di pêvajoya vîrusê de ne hesabên siyasî, tenduristiya gel li ber çavan bê girtin.
 
*Parêzvana maf Fatma Bostan Unsal, got di hilbijartinek zû de dikare sê tifaqên mezin ava bibin û her wiha tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê jî dewlet biriye sedsal berê. Fatmayê der barê texrîbkirina goran de jî mînaka leşkerên Anzak da. DÎMEN HEYE
 
*Prof.Dr. Gulrîz Erîşgen da zanîn ku vîrus neqedyaye û xêzkirina tabloyek baş ne rast e û wiha got: “Em di hejmaran de ketineke zêdetir dipên lê ev pêk nehatiye. Divê em şaşiyên ku nikarin jê vegerin, nekin.” DÎMEN HEYE
 
*Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê winda bû, 136 roje agahî jê nayê girtin. Ji Komîsyona Em ji bo Gulîstanê Edeletê Dixwazin, Ayşe Eser û Hîvda Selen ya OGK’î bang kirin ku divê bûyer bê ronîkirin. DÎMEN HEYE
 
*Endamên Komîteya Aboriya Kongreya  Star ya bajarê Dêrikê, ji bo koperatîfa xwe ya çandiniyê ya li gundê Girkendal axivîn û gotin: "Dibe ku  di demên berê de sîstema desthilatdar dixwestin jin ji axê dûr bixe, lê ya girîng di roja me ya îro de bi riya van koperatîfan em jin dikarin  dîsa kombûna xwe û hevbeşiya kedê ava bikin." DÎMEN HEYE
 
 *Jinên bajarê Qamişloyê bi hatina cejna Remezanê di nava bazarê de amadekariyên cejinê dikin, kêfxweşiya xwe bi cejnê tînin ziman û wiha dibêjin: "Rihê cejnê û kêfxweşiya wê her di dilê me de zindî ye, lê îsal buhabûna pêdîviyan a di bazarê de jiyana me zehmet kir, em bi hêvî ne ku ev cejn bibe cejna aramiyê ya li welatê me." DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya (HPC-JIN) ya li Kantona Kobanê Mûna Silêman girîngiya parastina cewherî nirxand û got: "Dewleta tirk bê navber êrîşî herêmên me dike. Li hember van êrîşan erka me ya sereke parastina civak û welatê me ye. Wek jinên Kobanê em ê bi hev re bibin alîkar û parastina welatê xwe bikin." DÎMEN HEYE