'Efûkirina tecawizkaran nayê qebûlkirin'

  • 14:54 20 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinan ya Enqereyê û Platforma Jinan a Karaburunê li dijî pêşnûme qanûna ku tecawizkaran efû dike çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin û gotin: "Bi tu awayî efûkirina tecawizkaran û zewicandina zarokan a bi tecawizkaran re nayê qebûlkirin."
 
Bertek û nerazîbûnên jinan a li hemberî pêşnûme qanûnê ya ji bo efûkirina tecawizkaran hatî amadekirin didomin. Platforma Jinan ya Enqerê û Platforma Jinan a Karaburunê li dijî efûkirina tecawizkaran daketin qadan. 
 
Li Enqereyê çalakiya zincîra bi qurdeleyên mor 
 
Platforma Jinan ya Enqerê, li dijî pêşnûme qanûna ku rê li ber efûkirina tecawizkaran vedike li ber Şaredariya Çankayayê kom bûn û çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de bi qurdeleyên mor zincîr çêkirin û dirûşmên wekî "Em bêdeng nabin û îtaat nakin" û "AKP destê xwe yê qirêj li ser zarokan rake" berz kirin û dowizên wekî "Efûya êrîşa zayandî nabe", "Zewicandina zarokan şîdet e" û "Tecawizkaran efû nekin û ceza bidin" vekirin. Endama platformê Dîlek Yildiz daxuyanî da. 
 
Dîlek di daxuyaniyê de diyar kir ku 4 sal in hikûmet dixwaze bi qanûnan êrîşkarên zarokan efû bike û wiha dom kir: "Her sal hikûmet qala vê pêşnûme qanûnê dike û bi saya têkoşîna jinan paşve gav davêjin. Hikûmet niha hewl dide ku piştî Cejna Remezanê pêşnûme qanûnê bîne meclîsê. Li gorî pêşnûme qanûnê êrîşkar dê bi zarokê re bê zewicandin. Li gorî qanûnê zaroka 15 salî dê mêrekî 30 salî re bê zewicandin. Dema ku zarok tecawizkar re bizewice, sûcê tecawizkar ji holê radibe."
 
'Pêşnûme tenê tecawizkaran diparêze
 
Dîlek, da zanîn ku gelo pêşnûme qanûn dê feydeyê bide kî û wiha axivî: "Pêşnûme qanûn têne tecawizkaran diparêze û zarokan jî ceza dike. Heke ev pêşnûme qanûn li Meclîsê bê qebûlkirin, zarok her roj bi destê dewletê ve dê bi tecawizê re rûbirû bimîne. Dê zarok mehkûmê tecawizê bibe. Di nava cîhanê de Tirkiye di êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de di rêza 3'yem de cih digire. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, li Tirkiyeyê di nava 10 salan de êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan 3 qat zêde bûye. Ji sedî 46 êrîşên zayendî li hemberî zarokan pêk tê. Di sala 2002'yan de 440 hezar zarokên di bin 18 salî de zarok anîn dinê. 15 hezar 937 zarok di temenê 15 salî de bi êrîşa zayendî re rûbirû ma û zarok anîn dinê." 
 
Dîlek, da zanîn ku bi bangewaziyan xwestin gel ji malê dernekevin û wiha got: "Bi wan bangewaziyan jin û zarokan di pêvajoya pandemiyê de bi şîdetê re rûbirû man. Vîrûsa li dora me ji vîrûsa kolanê dijwartir e. Em ji bo rojên bi ewle niha li vir in. Destê xwe li ser zarokan rakin."
 
Li Îzmîrê efûkirina êrîşkaran hat şermezarkirin 
 
Platforma Jinan a Karaburunê jî bi heman armancê li qada Cumhuriyetê kom bûn û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de dowizên wekî "Jiyana zarokan tarî nekin", "Efûkirina tecawizkaran nabe" û "Destê xwe li ser zarokan rakin" vekirin. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî piştevaniya jinan" hat berzkirin. 
 
Di çalakiyê de daxuyanek hat dayîn û hat diyar kirin ku di pêvajoya pandemiyê de êrîşa li hemberî jin û zarokan kêm nebûn û gotin: "Hewl didin ku tecawizkaran afû bikin û zarokan bi tecawizkaran re bizewicînin. Tê gotin ku pêşnûme qanûn piştî Cejna Remezanê dê bibin Meclîsê. Jin dê li dijî vê yekê bi rêxistinî li dijî vê pêşnûmeyê derkevin. Em ê destûr nadin ev qanûn derkeve."