Li Mexmûrê pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn
- 08:30 19 Gulan 2020
- Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi beşdarbûna dehan welatiyên wargehê pakrewanên meha Gûlanê hatin bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna dehan welatiyên wargehê, pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn.
Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêz girtina ji bo pakrewanên meha Gulanê û tevahî cangoriyên azadiyê hat destpêkirin.
Bîranîn piştî sînevîzyonê bi dirûşmên, "Şehîd namirin" bi dawî bû.