20 girtîgeh hatin ziyaretkirin

  • 13:48 24 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
AMED - Rêxistinên civaka sivîl û hiqûqê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku li 20 girtîgehan 40 serdan hatine kirin û gelek binpêkirin hatine tespîtkirin.
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û Baroya Amedê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan eşkere kir. Daxuyanî li Baroya Amedê tê dayin û binpêkirinên li girtîgehên Amed, Xarpêt, Meletî, Erzîngan û Erziromê tê de cih digirin. 
  
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser gotina Serokê Giştî ya Devlet Bahçelî ya têkildarî “Mafê hêviyê.” Abdulkadîr, qala hevdîtina Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir û wiha got: “Em vê gavê erênî dinirxînin. Hêvîdarin hevdîtinên bi parêzeran re jî pêk bên.” 
  
Endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Zelal Karabulak rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xwend. Zelal, da zanîn ku rapor li gorî hevdîtin û serlêdanên di navbera mehên nîsan-gulan-hezîran û tîrmehê de hatine kirin hatiye amadekirin. 
 
Zelal, wiha domand: “Binpêkirinên mafan ên li Kampusa Girtîgeha Amedê (7), Kampûsa Girtîgehan a Xarpêtê (5), Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê, Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê, Girtîgeha Jinan a Erzînganê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê, Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Dumlu ya Erziromê, Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê, Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê di raporê de cih digirin. Li 20 girtîgehan zêdetirî 40 serdan hatine kirin.” 
 
Zelal piştre jî rapora binpêkirinan xwend.