Li Mexmûrê pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn 2020-05-19 08:30:58   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi beşdarbûna dehan welatiyên wargehê pakrewanên meha Gûlanê hatin bibîranîn.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna dehan welatiyên wargehê, pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn.  Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêz girtina ji bo pakrewanên meha Gulanê û tevahî cangoriyên azadiyê hat destpêkirin.   Bîranîn piştî sînevîzyonê bi dirûşmên, "Şehîd namirin" bi dawî bû.