DAÎŞ'ê agir berda zeviyên genim ên Rojhilatê Mexmûrê

  • 16:17 17 Gulan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Çeteyên DAÎŞ'ê agir berdan zeviyên genim ên Rojhilatê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr).
 
Her roja derbas dibê liv û tevgera çeteyên DAÎŞ'ê li herêmên Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Îro çeteyên DAÎŞ'ê agir berdan zeviyên genim ên Rojhilatê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr).
 
Şaredariya Wargeha Mexmûrê ji bo şewata heyî vemirîne tîmeke taybet ya agirkujê şandin cihê şewatê.