DAÎŞ'ê agir berda zeviyên genim ên Rojhilatê Mexmûrê 2020-05-17 16:17:14   MEXMÛR - Çeteyên DAÎŞ'ê agir berdan zeviyên genim ên Rojhilatê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr).   Her roja derbas dibê liv û tevgera çeteyên DAÎŞ'ê li herêmên Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Îro çeteyên DAÎŞ'ê agir berdan zeviyên genim ên Rojhilatê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr).   Şaredariya Wargeha Mexmûrê ji bo şewata heyî vemirîne tîmeke taybet ya agirkujê şandin cihê şewatê.